yan jî di cemaetekî de ku asiyek hebe, ewê cemaetê bi tevî zar û zêçên wan, diqelîne; yan jî yekî ku li ber qanûna wî ya zalimane serî danayne, dexaletî bînayeke muqeddes a wek Ayasofyayê ku hêjayî bi milyaran e bike, ewê bînayê xirab dike.
Gelo merivekî ku di nezera heqê de, ji gunehê birayê xwe, berpirs û mesûl nîne; çawa dibe ku bi hezaran mesûmên gundekî yan jî cemaetekî, bi îsyana merivekî serkêş ê li bajarekî, yan jî li taxekî -ku ji merivên neçê yên tebîetxirab xalî nîne, digel ku tu eleqedariyeke wan, pê tune- berpirs dibîne, dikuje; heta kokbir dike.
***
وَاعْتَصِمُوا بِحَبْلِ اللهِ جَمِيعًا وَلَ تَفَرَّقُوا
الۤمۤ * ذٰلِكَ الْكِتَابُ لَ رَيْبَ فِيهِ هُدًى لِلْمُتَّقِينَ
HAKIMIYETA MUTLEQ A QUR’ANÊ
Bi qeneet û baweriya min, sebebê herî muhim ê sistî û îhmalkariya ummeta Îslamê ya di ehkamê dînî de, ev e ku:
Heçî ku rukn û hukmên zerûrî ne, ji sedî nod û neh in. Bi tevahî malê Qur’anê û sunnetê -ku di mahiyeta tefsîra Qur’anê de ye- ne. Wan meseleyên îxtilafî yên îçtihadî jî, ji sed para, tenê deh par in. Bi aliyê qîmetê ve, di navbera meseleyên îxtilafî û rukn û hukmên zarûrî de, ferq û cudahiyekî gelek mezin heye. Ger bi qîmet û rûmeta xwe, meseleyên îctihadî, zêr bin; yên din, her yeke wî, sitûneke ji elmas in. Gelo caîz e ku meriv nod sitûnêd elmas, bixe hîmaya deh zêran û wan li hev bixe û bike tabiyê zêran?
Xelkê mumîn, ji burhanê zêdetir, qudsiyeta esl û esasan, wan sewqê îmtisal û lipeyçûnê dike. Kitêbên muctehîdan, divê ku wek wesîle û neynikan, Qur’anê nîşan bidin. Ne ku bibin wekîl û sîh.
Qaîdeya ilmê mentiqê ye ku: Hiş, ji melzûmê, bi awayekî tebeî întiqalê lazimê dike û întiqala hiş a bi bal lazimê lazimê ve, ne întiqaleke tebeî ye. Ger ew rewş bête xwestinê, qest û eleqedariyeke din a duduyan lazim e. Ev yeka jî, ne tabîî ye.