curbecur, pak û paqij e. Kulla mezintir, bi nispet cuzê herî piçûk, li hemberî Qudretê de, zêde nikare naziyan bike û nikare berxwe bide. Ji bo Qudreta Ezelî, vejandin û îhyaya hemû jîndaran a li heşrê, wek vejan û saxkirina mêşekê ye ku zivistanê bi xeweke mîna mirinê daye razanê û derbiharê hişyar dike. Gava meriv rind bala xwe bide van her sê nuqteyên derbasbûyî, tête dîtin ku
مَا خَلْقُكُمْ وَلَ بَعْثُكُمْ إِلَّ كَنَفْسٍ وَاحِدَةٍ
rast e û tê de mubalexe û xapandin tune ye û heq û heqîqet e.
***
وَلَ يَتَّخِذْ بَعْضُنَا بَعْضًا اَرْبَابًا مِنْ دُونِ اللهِ
Nukteyek ji hezaran nukteyên vê ayetê:
Meşreba sofiyan, ne tê de, Îslamiyet, redda wasiteyê dike; delîlê qebûl dike; nefiy û terka wesîleyê dike; îspata îmamê dike, yanî musbet û baş dibîne. Lê dînên din, wasiteyan qebûl dikin. Lewma, di dînê Xirîstiyaniyê de, kesê zengîn û payebilind, bêhtir dîndar in. Lê di Îslamiyetê de, xelq û ewamê însanan, ji dewlemend û payebilindan bêhtir bi dînê xwe ve girêdayî ne. Lewra Xirîstiyanekî payebilindê qure, bi dînê xwe ve çiqas girêdayî be, ewqas mewqî û meqamê xwe diparêze û quretî û enaniyeta wî, diwerime û tê tîmarkirinê. Ji kibr û serdestiya xwe fedakarî nake. Bilakis bi dest dixe, zêde dike.
Misilmanek çiqas dîndar be, lazime ku ewqas ji kibr û quretiya xwe, hetta ji îzzeta rutbeya xwe, fedakariyê bike.
Nexwe ew çax, bi hucûm û êrîşa ewam û mazlum û bindestan a li wan zalimên ku xwe xewas û serdest zen dikin, dînê Xirîstiyanî -ji ber ku alîkariya zordestî û tehekkuma serdest û xewasan dike- mumkun e ku perçe be û bikeve. Lê Îslamiyet, ji ber ku ji xewasên dunyewî bêtir, dîn û malê bindest û xelqê ewam e, divê ku ji hêla esl û esasên xwe ve,muteessîr nebe.
***