Mesela: Meriv bi wî şertî ferz bike ku kaînat bi awayekî bêperde, berê wê, ber bi rojê be û ji perçên camê yên cihêreng, pêk bê, ew çax şekl û şemala rojê, di hemû zerreyan de û li rûyê erdê, bêzehmet, bêperçebûn, bêkêmasî, di giştan de jî, bi yek awayî dixwuyê. Va ye sirra şefafiyetê.
Mesela: Em ferz bikin ku dayîreke pir mezin ku ji nuqteyan hatibe holê û di destê nuqta wê ya merkezê de, mûmek hebe û di destê her nuqteyeke hawirdor de jî, neynikek hebe, ew tîn û tava ku nuqteya merkezê, bi awayekî bêzehmet, bêperçebûn, bêkêmasî, dide wan, jê re yek e. Va ye sirra muqabele yê.
Him mesela: Du kefeyên mîzaneke heqîqî de, ku du roj û yan du sitêrk û yan du çiya û yan du hêk û yan jî du atom, kîjan dibe bila bibe, hebin; bi eynî wê qeweta ku bête serfkirinê, kefeyeke wê teraziya hessas, dê derkeve Sureyyayê, kefeyeke wê jî, dê berjêrî erdê be. Va ye sirra muwazene yê.
Mesela: Zarokek jî -çawa ku leyîstoka xwe dizivirîne- dikare gemiyeke herî mezin, bizivirîne. Va ye sirra întizamê.
Mesela: Mahiyeteke manewî û mucerred, bi awayekî bêwestan û bêkêmasî û bêperçebûn, bi çavekî, li hemû beş û cuzên xwe -ji yê herî piçûk, heya yê herî mezin- dinêre. Ew şekl û şemal û taybetmendiyên ku li aliyê mulk de ne, nikarin mudaxele bikinê û wî biguherînin. Va ye sirra tecerrûdê.
Mesela: Qumandanek, bi fermana “êrîş!”ê, çawa ku neferekî tîne hereketê, her wisa, artêşekê jî, bi rê dixe. Va ye sirra îtaetê.
Lewra, ji bo her tiştekî, nuqteyeke kemalê heye û her wiha mêleke wê ya ji bo wê nuqteyê heye. Meyla zêde, îhtiyac e; îhtiyaca pir jî, eşq e; eşqa pir zahf jî, cezb û încîzab e. Kemala mutleq a mahiyeta mumkînat û mexlûqat, wucûda mutleq e. Kemala wî ya xas jî, ew hebûna wî ya mexsûs e ku îstîdadên wî derdixe fîîliyatê. Û îtaeta hemû kaînatê ya ji emrê “kun” re, wek îtaeta neferekî zerreyê ye. Di îtaet û îmtisala mumkinê ya ji “kun” a ku emrê ezelî ye de, mêyl û îhtiyac û şewq û încîzab hatiye derckirin. Ger bi van her sê nuqteyan û bi taybetî, bi wan her şeş sirrên ku di nuqteya sisiyan de ne -ne li aliyê mulk û mumkînê- li hêla Qudreta Ezelî û melekûtê bête nihêrîn, ew îstibad û nemaquliya ku meriv gerî înkarê dike, ji holê radibe û nefs jî, têr û tetmîn dibe. Awha ku: Madem ku Qudreta Ezelî bêdawî ye û zatî û zarûrî ye, aliyê melekûta her tiştî ku zelal û bêperde ye, li wî dinhêre û li pêşberî wî ye. Bi îtibar îmkanê, jê re wekhev e û hevahengê her du terefan e. Mutî û emirber in ji şerîeta fitrî ya kubra re ku nîzama kaînatê ye. Aliyê melekûtîyetê jî, ji asteng û xusûsîyetên