Madem arizê zat nabe, bîzzerûre nakeve nava qudretê jî. Û madem ku tevlî qudretê nabe, bîzzerûre di qudretê de, mertebe jî, çênabin. Lewra hebûna merteban, ji tevlêbûna ziddan e. Mesela: Mertebeyên germahiyê, ji tevlêbûna sermayê, peyda dibe. Û dereceyên rindiyê, bi tevlêbûna nerindiyê, pêk tê.
وَهَلُمَّ جَرًّا
Ji ber ku di mumkînat û mexlûqat de, luzûmê zatî yê heqîqî tune, lewma di kaînatê de, zid û dij ketine nav hev. Mertebe, derketine holê. Dijberî û guherîn, peyda bûne.
Nexwe madem di qudretê de, mertebe tuneye û ne mumkun e; li gorî qudretê, bêguman û bîzzerûre, hemû mexlûqatê di bin pergala qederê de dihên çêkirinê, yek in. Yê herî mezin, wekî yê herî piçûk e. Û zerre, mîna sitêrkan e.
Xala Duduyan: Du rûyên kaînatê hene. Her wekî du rûyên neynikê. Yek, mulk e; yek, melekût e. Aliyê mulk, cewelengeha zid û dijan e. Ciyê çêbûn û derketina kar û kirinên wek rindî û nerindî, qencî û xirabî, mezin û piçûkan e. Lewma ku sebeb û wesîle, hatine danîn. Da ku destê qudretê, zahîren mubaşir û temasê tiştên xesîs û xerab neke. Lewra îzzet û ezamet, wisan îcab dike. Tesîra heqîqî, ji wan re nehatiye dayîn; wehdaniyet wisa dixwaze.
Lê aliyê melekûtê, mutleq şeffaf e. Şekl û şemal û curbecurî, tevlê nabe. Ew aliya, bi awayekî bêwasite û rasterast, li Xaliq dinêre û muteweccîhê Wî ye. Tê de, mertebe û sîlsîle, tunene. Û îllet û malûliyet, sebeb û musebbeb, nakeve navê. Xil û xarî, tê de çênabe. Asteng, nikarin lê mudaxele bikin. Zerre, dibe birayê rojê.
Qudret, him sade û safî ye, him bêdawî ye, him jî zatî ye. Ciyê tecellî û eleqedariya qudretê jî, him bêwasite ye û him bêleke ye û him jî, bêîsyan e. Li pêşberî qudretê, mezin, li hember ê piçûk, nikare xwe qure bike. Cemaet, nikare xwe li ser ferdan re bigre. Kull, li ba cuz’ê, nikare zêde naziyan bike.
Xala sisêyan:
لَيسْ كمَ ثِلِْهِ شىَ ءْ
وَلِلّٰهِ الْمَثَلُ الَْعْلَى
Ji ber ku temsil, teswîrê teshîl û hêsan dike, emê hewl bidin ku bi hin temsîlan, vê nuqteya hûr û kûr, nêzê fêmê bikin.
Mesela: Şewq û şemala rojê ku feyza tecelliya wê ye, him li rûyê behrê û him li dilopa avê, bi heman awayî, diteîse û dixwuyê.