Kitaplar
Dersên Civakî

rojava ve derneketiye, deriyê tobeyê vekirî ye. Divê ku ji tecrubeyên van mifa û sûde bê girtinê. Ji bo tijekirina ciyên wan, çil sal lazim in. Ku ne wisan be, gava meriv rabe li dij wan zimanê xwe bigerîne û wan rezîl bike, tê wê wateyê ku meriv, dê ji ber hin fikrên wan ên xerabûyî û ji ber wî exlaqê wan ê nebaş, wê îttîhada bişana miletê, ji nexweşînekê re bike hedef.

   Ê duduyan: Ez li çiyayên Kurdistanê mezin bûbûm. Min xeyal dikir ku navenda xîlafetê xweş e. Wexta ku berî heft heşt mehan ez hatim Derseadetê [Stenbolê] min dît ku dirûvê Stenbolê dişibihî merivekî wehşî yê ku ji ber tirs û fikaran û ji ber jihevnefretkirina dilan, kincê medenî li xwe kiriye. Vê gavê, bi xêra îttîhada millî, di kincê merivê medenî; lê belê nîv-medenî, nîv-wehşî de xwe nîşanî me dide. Wexta berê, weke sedemê wan fenatiyên Kurdistanê, min zenn dikir û min digot qey ev uzwê Kurdistanê bi xwe nexweş ketiye, Lewra ev tiştên nebaş diqewimin. Îca dema min Stenbol dît û min li nebza wê nihêrt, min baş jê fam kir, hîna nû ez tê gihîştim ku ew nexweşîna dil e ku gihîştiye her aliyî. Min hewl da ku tedawî bikim; ez bi dîwanetiyê hatim mukafatkirin.  

   Bi ser de jî min dît, Îslamiyeta ku şaristaniya heqîqî di xwe de dihundirîne, ji vê medeniyeta îro, gelek li paş maye. Mîna ku Îslamiyet, ji ber wî exlaqê me yê nebaş xeyidîbe, berê xwe dabe aliyê zemanê berê û diçe. Dê giliyê me li cem Zemanê Seadetê bike. Sedemê herî mezin ê vê yekê ew e ku di pey îstîbdadê de, sê şaxên mezin ku murşîdê giştî ne û armanca wan giştan yek e; lê belê rîwayet muxtelîf e yan jî ew ehlê medrese, ehlê mekteb û ehlê tekiyayê ku bûne mesedeqê vê beyta

عِبَارَتنَُا شَتَّى وَحُسْنُكَ وَاحِدٌ * وَكُلٌّ إِلَى ذَاكَ الْجَمَالِ يُشِيرُ

û fikrên wan cihê ne û meşrebên wan ji hev re muxalif in.   Jixwe vê tebayuna fikran, kiriye ku asasê Îslamê ji binî biheje û îttîhada Îslamê jî, kiriye çetel çetelî û ji wê ew pêşveçûna medenî, li paş hiştiye. Çimkî yek, ê din bi îfratê kafir dihesibîne û yek jî, yê dî, bi dalaletê tawanbar dike. Îca yek jî, yê din bi tefrîtê, nezan dihesibîne û wisan nîşan dide ku bawerî pê nayê. Çareya vê ew e ku bi qencî, berê xwe bidin hev û di nav xwe de yekîtî pêk bînin û di nav fikrên hev de têkiliyeke hevgirtinê daynin û qewetê bidin hev û li hev bikin; da ku di hêla îtîdalê de, musefehe bikin û hev bigrin û bi vî awayî nehêlin ku ew ahenga pêşveçûnê xera bibe.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat