Kitaplar
Dersên Civakî

rastiya ewî hukmî, kafî ye. Ger bigihêje hejmareke muhim, li gor urfê nas jî, rast e. Çawa ku di her heyetê de, hin ferdên xarîqulade hene. Yan jî ferdekî wê cinsê yê pir pêşketî, heye. Yan jî ji bo her ferdekî, zemanekî xarîqe yê ku xwediyê şertên ecîb e, heye ku ferd û zemanêndin, li ba wî ferdî û wî zemanî, bi qasî zerreyan in; çawa mîna masiyên piçûçik ên li ber masiyên hûtê binê behrê ne.

   Lewma, cumleya ewil, her çiqas zahiren kullî be jî, ne daîmî ye. Feqet ji aliyê zeman ve, ferdê herî mudhîş û dijwar ê qetla însan, dide ber nezerê.

   Hinek zemanên wisa hene ku gotinek, artêşekê mehv dike. Û bombeyek, dibe sedemê kuştina sih milyon kesî. Çawa ku bûye jî. Û di bin hin şertan de, dibe ku kar û emelekî herî biçûk, însanê derxe dereceya herî bilind û alayê îlliyîn. Û hin dem û dewran hene ku karekî herî piçûk, însan gêrî derekeya herî jêr û esfelê safilînê dike.

   Hal û rewşên weha yên di bin hukmê mutleq de yan jî yên demî, ji bo nukteke mezin, dide ber nezera îtîbarê. Û ferdên waha balkêş û zeman û rewşên wiha ecêb, serbest û mubhem têne hiştin.

   Mesela: Hetanî ku welî, di nav însanan de û deqîqeya qebûla duayan, di roja înê de û şeva leyletul Qedrê, di meha Remezanê de û îsm’ê Ezam, di nav esmayê husna de û ecel, di umir de; mechul û veşartî be, ferdên din jî, qîmetdar dimînin û rûmetdar in. Feqet ku dema eşkere û eyan bin, yê din jî, ji rûmet û qîmetê de dikevin. Umrekî bîst sale yê ku dawiya wî nekifş e, çêtir e ji hezar salên ku dawiya wî, eyan e. Lewra ji ber ku hîs û wehm, îhtimal dide ebediyetê, di ecelê mubhem û sergirtî de, nefsê dixapîne. Lêbelê di umrê eyan de, piştî ku nîvê wî derbas dibe, wisa ne wekî ku gav bi gav meriv nêzîkî sêpêka îdamê bibe.

   TEMBÎH: Hin ayat û hedîs hene ku mutleq in; lê wek kullî hatine teleqqîkirin. Hinekên wisan hene ku hukumfermayê muweqqet in, lê wek daîmî hatine zenkirin. Hem jî, hinên muqeyyed û sînorkirî hene ku umûmî hatine hesibandin.

   Mesela: Di hedîsê de gotiye ku ev yek kufr e. Yanî, ev sifata, ji îman û baweriyê nîne; ew sifetê kufrê ye. Bi wê hisyetê, tête gotin ku: ewî zatî tiştekî kufrê kir. Lêbelê mewsûfê wî, çawa ku mesûm e û xwedî îman e; her wisa jî, ji ber ku xwediyê hin sifetên din e ku ew sifet haîzê zûxav û tereşşuhên îmanê ne; lewma ji wî zatî re kafir nayête gotin. Îlla (wekî din) yeqînen hatibe zanîn ku ew sifet, ji kufrê çêbûye.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat