بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحٖيمِ
اَلَّذِينَ اٰمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ
Quran, salîhat û qenciyan, serbest û sergirtî dihêle. Lewra pirê exlaq û fezîlet û camêrî, zehfê xêr û xweşiyan, nısbî ne. Li gori cins û cureyan diguherin. Gava ji sinifekê, berjêrî sinifekê bû, ji hev cihê dibin. Cî heye bi awayekî ne. Cî heye, bi awayekî din in. Alî û cîhet, curereng û muxtelîf be, cihêtî û celebî peyda dibe. Her ku ji ferd derbasî cemaetê dibe û ji şexis diçe millet, mane û mahiyet, diguhere.
Mesela: Cesaret û comerdî, di mêran de, dibe sebebê xîret û hemiyet û hevkariyê. Lê di jinan de, dibe ku bibe sedemê nuşûzetî û serkêşî û bêheyayiyê. Mesela: Ew îzzeta nefsê ya merivê zeîf a li hemberî yê qewî, di merivê qewî û hêzdar de, quretî ye. Tewazûya merivê hêzdar a li hemberî yê zeîf, di yê zeîf de, zîllet e. Mesela: Rêvebirek, ciddiyeta wî ya di meqamê xwe de, weqar û îzzet e; tewazûya wî, zîllet e. Li mala xwe, ciddiyeta wî quretî ye; mehwiyet û nefspiçûkiya wî, tewazû ye.
Mesela: Tefwîz û karhewaletiya di amadekariya sebeban de, teralî ye. Bi destxistina encamê de, tewekkul e. Riza û memnûniyeta ji netîceya xebat û qismetê re, qenaet e. Meyla kar û xebatê, zêde dike. Qîmdarî û qenaeta li yê di dest de, bêxîretî ye.
Mesela: Ferd, gava bi tena serê xwe be, musamahe û fedakariya wî, emelê salih e, qencî ye; pirhejmar û şirîk be, xayîntî ye.
Mesela: Şexsek, li ser navê xwe, dikare hezma nefsa xwe bike û nefspiçûktiyê nîşan bide. Lê nikare payeyê bide xwe û xwe qure bike. Li ser navê miletê dikare bi xwe şanaz û bextewar bibe; lê belê nikare nefspiçûkiyê bike. Te ji heryekî, mîsalek dît. Îstînbat bike û jê hukim derxe.
Madem ku Quran, bang û xîtabeke ezelî ye ku şamilî hemû hal û tebeqeyên beşer û hemû esr û qirnan e. Hem xêr û xweşiyên nisbî, pirin. Serbest hiştin û ne eyankirina emelên salih, kurtebeyaneke belîxane ya pir û kûrmane ye.