Kitaplar
Dersên Civakî

heq ku ne di kemalê de bûn, tevî wan rabite û pêdiviyên wan, bi giştî di xwe de dihewîne. Ew pêldan û berhemên Îmamê ‘Emer, Îmamê ‘Elî û Selaheddînê Eyyûbî yê Kurdî, ji vê muddea û angaştê re delîlên elenî ne. Ez li ser vê yekê bi awayekî qet’î hukum dikim: Ew noqsaniyet, li paşmayîn û rewşa me ya nebaş, ji ber çar sedeman hatiye:   

1 - Ji ber ku me bêîtaetiya wan hukmên şerîeta pak û ronak kiriye;   

2 - Ji ber wê şîroveya nebaş a hin ji wan mudahîn û qeşmerên ku li gor kêfa xwe kirine.  

3 - Ji ber wê hişkebaweriya wan alimên cahil ên zahirperest an jî wan cahilên alim,   

4 - Ji ber ku wê sihûda nebaş û wê tercîha nebaş wan tiştên xweş ên medeniyeta Ewrûpayê ku bi zorê tên bidestxistin; lê belê me ew terk kirine û mîna zarokan, wan guneh û nebaşiyên medeniyetê ku li gor hewa û hewesê ne, bi qaydeyê tûtiyan teqlîd dikin û ev bi xwe jî, wê encam û aqûbeta nebaş nîşan dide. Heke ew kesên mamûr, wan wezîfe û peywirên xwe, bi awayekî rêkûpêkî bînin cî, îca yên ku ne memûr in jî, gava ku li gor wan pêdiviyên şert û şurûtên demê ked û emek bidin, ji sefahetê re dê zeman nemîne. Ji van her du qisman, tenê yek ferdek jî xwe ji sefahetê re sist bike, di nav temamê vê civakê de, dikeve sûretê mîkrobeke muzir û zerarker.

   Heqîqeta Pêncan: Zemanê berê, ji ber ku ew hevgirtinên civakî û tiştên ku ji debara merivan re lazim bûn û ew feydeyên medeniyetê, ew qas zêde nebûbûn û li şax û beşan cihê nebûbûn, fikra hin kesên besît, têra îdarekirina dewletê dikir. Îca a niha, vê dewrê, ew tiştên ku civakê bi hev ve girê didin ewqas zêde bûne û ew lazimatiyên debarê ewçend zaf bûne û ew meyweyên medeniyetê wisan ketine hêla pisporbûnê ku ancax ew meclîsa meb’ûsan ku di hukmê dilê gel de ye û ew meşwereta şer’î ku di meqamê fikra ummetê de ye û ew hurriyeta fikran ku di menzîla şûr û qeweta medeniyetê de ye, dikare vî barî hilgire û îdare û terbiye bike. Îca ji vê heqîqetê re mînak jî, ew hukûmeta zordest a berê û ev hukûmeta meşrûte ya nû ye. Ez bi wezîfeya ku ew Heqîqeta Sisiyan wê dide min û bi wê fermana mezûniyê ku hurriyet wê dide min, sê tiştan îxtar dikim:

   Ê yekê: Muhal e ku cismek, bi yek carekê ji zerreyan, tehellul û xalî bibe û dîsan nabe ku cismek, tafilê ji zerreyan çêbibe. Îca cismê dewletê jî, heke ne muhal be ku wan memûrên xwe bi carekê hilîne, rake û li şûna wan, yên nû bi cî bike; lê zor e. Lewra wan merivên ku qabiliyeta wan xebîs e û îslah nabin, cismê dewletê, bi def’eke sirûştî dê wan bavêje derve. Îca yên ku dikarin bên îslahkirin, ji ber ku hîna roj ji aliyê

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat