Kitaplar
Dersên Civakî

   Bi şev bi dilê xwe xewê meraq dikî, tiştê ji berê jî dimîne ji dest diçe û şiyar dimînî.

   Parsekê duduyan: Yek jê bi israr, bi hêrs, yê din diltêr, şermok. Xwestina dayînê ji kesê duyemîn re, mînanek e ji vê qanûna berfireh re. (Tulûat)

   • Musîbet û nexweşîna me ya herî mezin, ew rexne ye ku ji cerbeze û xurûrê tê. Heke ku rexne di destê însafê de be, heqîqetê rast dike. Heke ku di destê xurûrê de be, dê xera û parçe bike. Herî mudhîşê wî mudhîşê ye ku bikeve bawerîya îmanê û mijarên dînî. Lewra îman, hem tesdîq, hem îz’an, hem îltîzam, hem teslîm, hem lipeyçûna manewî ye. Ev rexne, îmtîsal, îltîzam û îz’anê dişikêne. Di tesdîqê de bêalî dimîne. Di vê dema şik û gumanan de, fikrên musbet ku ji dilên germ ên nûranî dertên û îz’an û îltizamê zêde û teqwîye dikin, divê gotinên teşwîqkar bi husnê zen bên temaşekirin. Tiştê ku jê re tê gotin “muhakemeya bêalî”, bêolîyeke demdemî ye. Ji nû ve yê ku muşterî be çêdike. (Tulûat)

   • Dustûrên Sosyalîstîyê 1  , nikarin esasên Îslamîyetê xera bikin; vê medenîyeta sefîh xera dike, hem biha jî dimîne. Lewra medenîyeta hazir ku ji maddîyûntîyê û ji havênê engîzîsyontîyê bela dibe, gelek xapînok û bi wasitayên teşwîqkir e û cazîbedar e. Ew ê bi sêr, li beramberî dîn û namûs û fezîletê xwe difiroşe. Ji ber ku jiyaneke bi şaşaa teqdîm dike, ji dîn û namûsê destmizek zêde dixwaze.

   Sosyalîstî jî; jiyanek sade û ji rêzê pêkeş dike. Li hemberî wê tu kesî mecbûr nahêle ku ji dînê xwe, ji îmana xwe, ji namûsa xwe parekî mezin feda bike, tu kes jî xwe mecbûr nabîne.

   Çawa ku hewcehîya mirov bi xwarinan heye, wisa jî pêdivîya wî bi zewqê jî heye. Heke ku ji bo nefs û hewesan neyê têrkirin, dê li cem ruh û Xweda zewqa xwe bigere. Du meriv... Yek jê te vedixwîne zîyafeteke bi şaşaa, cazîbedar û bi kêf û coş ku tu herî. Yê din, li cîyekî sade, te vedixwîne şorbeyeke ji rêzê. Ji yê pêşî re, ne tenê cemaet û sunnet, belkî tuyê dev ji nimêjê jî berdî û herî. Ji bo yê duduyan dev ji sunnetê jî bernadî. Ya pêşî medenîyet e, ya duduyan sosyalîstî ye. (Tulûat)

   Îslamîyet kete xefletê û xeyîdî. Dînê Xrîstiyanîyê fen û medenîyeta ku dijminê wî bû, ji xwe re kir mal û bi du çekan bi ser ket. Niha li rojhilat çekeke ecêb tê îmalkirin. Divê xwediyê aliyê wê yê heq be. Yan na em dîsa bixeyîdin, Xrîstîyanî dê wî jî li hemberî Îslamîyetê bi awayekî neyênî bi kar bîne. Li hemberî vê, berxwedana bi dijminî gelek zehmet e.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat