Kitaplar
Dersên Civakî

   Mihyedînê Erebî ku merîfeta wî bi ser eşqa wî de ye, îşaret kir, xwe ji tîran re kir hedef. Camîyê aşiq* hat ravekirin, bi hurmet jiya. Îbnu’l-Farid * , ji Mihyedîn jî wirdetir çû, ji ber îtaba ummetê li pey wî ma. Gotinên Îbnê Seb * in ê bê eşq, wekî bêolî hat dîtin. (Tulûat)

   • Lezzeta şid û curbicur a di çalakîyê de ku ji quwweyê derbasbûna fiîlê ye, eslê guherîna alemê û tovê qanûna tekamulê ye. Ji zîndanê derketina bûstanê û ji tov derbasbûna simbilê heman lezzet e. Heke di çalakîyê de guherîn jî hebe, dê lezzet zêde bibe û bi ser de bavêje. Tiştê ku wê kulfeta di wezîfeyê de bi ser de dide avêtin ew tehm e. Li gorî zîşiûrê kemala di gelekî de çi qas cazîbedar be, “Li gorî bêşiûrê nefsa çalakîyê jî ew qas cazîbedar e, sewqê xebatê dike. Ji ber vê sirrê ye ku: Rehetî zehmetî ye, zehmet rehetî ye. (Tulûat)

   • Kêmahîya mesûm, ji musîbetên ku ji gunehên piranîyê tên, para xwe distîne. Lewra, heke teklîf nezerî bimîne, vîn dimîne; sirra teklîfê, sedemê îmtîhanê pêk tê. Heke di teklîfê de bedahet û zarûret hebe, dibe neçarî, hîkmeta teklîfê beredayî diçe. Heke mesûmek ji xaneya şewitandî ya gunehkarekî, bi destekî xeybî bihata parastin, bicihanîna fermanan ku sedemê pêşveçûn û birêkûpêkirina madenên ruhan in û ruhê Ebû Bekirê Sidîq ku xwe bi dûrxistina ji gunehan hukmê elmasê girtiye û dê ji ruhê Ebû Cehl balatir nîn bûye ku bi berevajî bûye komir. (Tulûat)

   • Kêmahîya dil ku ji ye’s û sûyê zenê tê, ji bo ku dengê hawar û gazîya mezlûmên ku ji ber derbê zaliman tê, ji wijdana xwe dûr bixe, dixwaze ku mezlûm heq kiribe û mehnîya dibîne, dibêje: “Musteheq e”. Sefîl, heke roj nede, bila neke sî û bi awayekî manewî alîkarîya zilmê neke. (Tulûat)

   • Hêrs û lezkirin, sedemê windakirinê ye. Lewra, wekî pêpelûkên li pey hev, pergala di fitratê de ji ber ku ne li gorî bi rêzbûnê ye, yê bi hêr nagihîje armanca xwe. Heke bibe jî, ji ber ku terbîta çêkirî ji çûna sirûştî pêpelûkek kurttir e, piştî ku ket ye’sê û xefletê bi ser de girt, hê nû derî vedibe. Xwedê hundirê dil ji bo hezkirina îman û merîfetê afirandiye. Derveyê dil, ji bo tiştên curbicur amade kiriye. Hêrsa kujerî dil qul dike, seneman dixe navê. Xwedê dixeyîde, berevajîyê armancê ceza lê dibarîne.

   Kesên ku fikrên sîyasetê digihînin heta cîyên bawerîya Îslamîyetê, nagihîjin şan û şerefê, belkî dê bigihîjin şeyn û şenaetê. Ji ber vê sirrê ye ku kêmahî û felafet ji eşqên nefsanî dertên. Hemû dîwanên wan feryad û şîn in.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat