• Şerîet dudu ye:
Ya pêşî: Ew şerîeta em pê dizanin e ku hal û kirinên mirov ku alema herî piçûk e, tîne pergalê û ji sifatê kelamê tê.
Ya duduyan: Ew şerîeta qanûnên îlahî ye ku sekin û tevgerên alemê ku mirovekî mezin e, tîne pergalê û carinan bi şaşîtî wekî “tebîet” tê binavkirin. Melayket ummeteke mezin e ku bargir û nûner û berdestê qanûnên îlahî ne ku ji sifetê îradeyê tê û jê re şerîeta fitrî tê gotin.(Nuqte)
•
إِذَا وَازَنْتَ بَيْنَ حَوَاسِّ حُوَيْنَةٍ خُرْدَبِينِيَّةٍ وَحَوَاسِّ الِْنْسَانِ تَرَى سِرًّا عَجِيبًا
(Kizil Îcaz)
•
إِنَّ الِْنْسَانَ كَصُورَةِ يٰسۤ كُتِبَتْ فِيهَا سُورَةُ يٰسۤ
(Kizil Îcaz)
• Maddeperestî nexweşîneke manewî ye ku vê taya şid bi mirovahîyê da girtin, li xezeba îlahî xist. Heta ku salixdan, zarî, qabiliyeta rexneyê pêşve here, ew nexweşîn jî dê pêşve here.
• Yê herî bêbext, herî reben, herî tengezar mirovê bêkar e. Lewra, bêkarî pismamê tunebûnê ye, birazîyê mirinê ye. Xebat, jîyana wucûdê û hişyarîya jîyanê ye.
• Feydeya bankayan ku dil û derîyên faîzê ne, ji gawiran re ye ku di nav mirovahiyê de yên herî xerab ew in û ji yê wan ên herî zalim re ye û ji yên van ên herî sefîh re ye. Ji alema Îslamê re zerara wê mutleq e; bi awayekî teqez rehetîya mirovahîyê li ber çavan nayê girtin. Lewra gawirê xedar bêhurmet û bêberevanî ye.
• Xutbeya înê, bibîrxistina ferman û esasan e; ne ji bo perwerdeya ilm û ramanan e. Îbareya Erebî zêdetir hişyar dike. Heke danberheva hedîs û ayetan bê kirin, dê bê dîtin ku di nav mirovahiyê de yê herî belîx jî nikare bigihîje belaxeta ayetê û ew, naşibe wî.