Bersiva ji vê re: Erê.
Û baş bal û dêhna xwe bide Heqîqeta Sisêyan. Binêre:
Di vî zemanê berê de, digel ku însan, xwedî qabiliyeteke bêsînor e jî, di nav daîreyeke ewqas teng û sînorkirî de tevdigere ku: Digel ku meriv însan e jî, mîna heywanan dijî û fikir û exlaqê meriv, li gor wê daîreya teng, berepaş çûbû û mehsûr mabû. A niha, vê hurriyeta ‘adîlane, ew zincîrên giran ên merivahiyê şikandin û wê ew seddên li pêşiya wan qabiliyetên pêşveçûnê jî, bela wela kir û wê ew daîreya biçûk, bi qasî dunyayê fireh kir. Hetta merivekî mîna min gundî û reşexelk, wê îdareya giştî ya ku bi qasî Sureyyayê ulwî ye, dê li ber çavan bigre û dê wan filîzên daxwaz û meylên xwe, bi wê ve girê bide. Îca ji ber ku her yek fîîl û helwestek, li wê derê dê bikeve liv û tevgerê û dê derî ji xwe re bibîne, dê hîmmeta wê bi qasî Sureyya bilind bibe, exlaqê wê jî dê li wê goriyê tekemmul bike û fikrên wê jî, dê bi qasî wan milkên Osmanî berfireh bibe, înşellah dê Eflatûnan, Îbnî Sînayan * , Bîsmarkan, Dekartan û Teftezaniyan li paş bihêle. Em bi awayekî gelek zêde hêvîdar in ku ev zeviya zexim a Asya û Rûmeliyê, dê gelek ciwanên welêt, mehsûl bide.
Nemaze: Ev memleketên Osmanî, ji ber ku ciyê derketina temamê nebiyan e û ciyê sazbûna wan dewletên şaristanî yên berê ye û ciyê hilata wê roja Îslamê ye, ev qabiliyetên kemalê ku di fitreta wan de hatine danîn (ev her sê tişt) gava bi barana hurriyetê bên avdan û mezin bibe, dê qabiliyeta her kesî û ew fikra wan a ronakbîrî, mîna dara tûbayê, dê li her aliyî şax û gulî bide. Û dê wisan bike ku nîsbeta şerqê li ber xerbê, bike mîna nîsbeta seherê ya li ber rojavabûnê. Çi heye heke, bi xuya zexeliyê û bi wan xerezên jehrkirî neyê ziwakirin û hişkkirin.
Heqîqeta Çaran: Şerîeta pak û ronak, ji ber ku ji kelamê ezelî tê, dê biçe ebedê. Lewra ew meyla pêşdeçûnxwaziyê ku di merivan de heye û şaxekî wê alema ku meyla îstîkmal û gihandinê ye. Îca qabiliyetên merivan jî, ji vê meyla ha çêbûne û meyweyên wê bi xwe ne. Gava ev qabiliyet, bi wan fikrên hevgirtî û zexim, encamek çêbibe û van encaman vexwe û jê re bibe qût, îca dê pê mezin bibin. Li gor mezinbûna wê, dê şerîeta pak û ronak jî mîna wan xwedîjiyanan berfireh bibe û pê re li hev bike. Ha ev ku heye, delîlekî gelek ronak e ku ew şer’a ronak, ji ezelê hatiye û dê biçe ebedê. Ew hurriyet, edalet û wekhevbûna wê dewra pêşî ya Îslamê, nexasim di wê hingê de delîlekî qet’î ye ku şerîeta pak û ronak, temamê wan wekhevbûnên, edalet û hurriyeta