Kitaplar
Dersên Civakî

   • Jibîrkirin nîmetek e. Tenê êş û elemên her rojî bi serê xwe dide kişandin, yên civandî dide jibîrkirin. (Îşarat)

   • Wekî dereceyên heraretê, di her musîbetekê de dereceya nîmetê heye. Divê mirov yê mezintir bifikire, nîmetê ku di yê biçûk de ye bibîne û ji Xwedê re şikur bike.

   Yan na mirov mezin bike û pif bide, wê biwerime, ku bê meraqkirin dê bibe dudu. Wê gavê mînaka wê ya di dil de dê bifetile heqîqetê, ew jî dê li dil bide. (Îşarat)

   • Ji bo her mirovî, di civakê de ji bo dîtin û xuyabûnê şibakek heye ku jê re tê gotin mertebe. Ew şibak, li gorî qîmeta xwe heke bilind be; bi xwe mezindîtinê dê dirêj bibe. Heke li gorî ked û xîreta wî jêrdetir be, dê bi nefsbiçûkiyê bitewe û xwar bibe, heta ku di wê astê de bibîne, xuya bibe. (Munazerat)

   • Li bal mirov pîvana mezinbûnê biçûkbûn e. Wezna piçûkbûnê jî mezinbûn e. (Sunûhat)

   • Li hember ê biqewet parastina izzeta nefsê ya kesê lawaz, ku yê biqewet bike dibe quretî. Nefspiçûkîya yê biqewet li hemberî yê lawaz ku yê lawaz bike dibe zelîlî. Ciddiyeta yekî desthilatdar a di meqamê wî de weqar/xweragirî ye, nefisbiçûkiya wî zillet/kêmasî ye. Di mala wî de ciddiyet quretî, nefispiçûkayî tewazû ye. Ku kesek li ser navê xwe biaxive, musamehe û fedakariya wî emelê salih e. Ku li ser navê kesekî din biaxive xayintî ye, karekî kirêt e. Şexsek, dikare li ser navê xwe tehemmul bike, nikare bipesine. Dikare li ser navê milletî bipesine, nikare tehemmulê nîşan bide. (Sunûhat)

   • Bicîneanîna şert û mercên despêkirina karekî û ku wan li hêviya Xwedê bihêle zexelî ye. Bicîhanîna şert û mercan û encam li hêviya Xwedê hiştin tewekul e. Razîbûna bi berhemên keda xwe qenaet e; xebitînê bihêz dike. Qayilbûna bi yên di dest de hene, bêxîretî ye. (Sunûhat)

   • Çawa ku îtaet û îsyana li hember prensîb û qaîdeyên ku heyatê tênzîm dikin ên ku ji Sifatê Kelamê tên hene, wisa li hember prensîb û qaîdeyên ku gerdûnê tenzîm dikin ên ku ji Sifatê Îradeyê tên jî hene. Di ya pêşî de ceza û mukafat zêdetir li axretê ye, di ya duyemîn de zêdetir li dinyayê pêk tê. Mesela, mukafata sebrê serfirazî ye; cezayê zexelîyê sefalet e; xêra xebatê serwet e; Xêra sebr û sebatê serketin e. (Rumûz)

   • Edaleta newekhevîyê, edalet nîn e. (Sunûhat)

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat