Kitaplar
Dersên Civakî

delaliyê, bi tevlibûna qebîhiyê pêk tê. Qudreta ezelî, ji bo Zatê Eqdes, lazimiya zerûrî ya delîla zatî ye. Ji ber ku ecz ziddê wî ye bivê nevê, zerûriya zatî û bi perçeyê ku ji ziddê wî ye nikare bi zat re were ba hev. Madem nikare bi zat re were ba hev, nexwe bivê nevê nikare di qudretê de bi cih bibe. Madem ku, nikare bi cih bibe, nexwe bivê nevê di qudretê de mertebe çênabin. (Sunûhat)

   • Şewq û dîmenê rojê, li ser rûyê behrê jî û di dilopê behrê de jî bi heman zanavê xwe xuya dibe. (Nuqte)

   • Ji biriqokên tewhîdê ye ku destpêka piraniyan yekîtî ye; dawiya wan jî digihîje yekîtiyê. (Nuqte)

   • Heta ku di nava mirovan de welî, di roja înê de deqîqeya qebûlê, di Remezanê de leyletu’l-qedir, di esmayê husna de îsmê ezem, di temen de ecel ne kifş be; yên din jî dê bi qîmet bin, girîngiyê bibînin. Gava ku kifş bibe, dê eleqedariya yên din kêm bibe. Temenek bîst salî yê nekifş, tercîhê hezar salê ku dawiya wî diyar e tê kirin. (Sunûhat)

   • Li dinyayê aqûbeta gunehan, delîl e ji ezabê axretê re. (Sunûhat)

   • Rizq, li gorî qudretê bi qasî heyatê bi ehemmiyet e. Qudret derdixe, qeder werdigerîne, alîkarî xwedî dike. Heyat, şênber e; dixuyê. Rizq, razber e, bi awayê tedrîcî belav dibe; difikirîne. Mirina ji ber birçîbûnê tune ye. Lewra berî ku xurekên wekî bez û tiştên din ên hatine hazirkirin biqedin dimire. Nexwe nexweşîna ku ji terkirina adetê pêk tê dikuje, ne ku bêrizqî ye. (Sunûhat)

   • Ji heywanên kovî yên hov re rizqê helal, laşê mirî yê heywanan e. Hem ser rûyê erdê paqij dikin, hem jî rizqê xwe dibînin. (Munazerat)

   • Loqek bi çil diravî û loqek bi deh qurişî… heta ku nekevin dev, derbasbûna wan a ji qirikê yek e. Tenê di dev de çend saniye cudahî heye. Ji bo kêfxweşkirina tamhildana ziman ku wekî mufettîş û dergevan e, bi carekê ve ber bi wê ve çûn, îsrafa herî gewzeger e. (Îşarat)

   • Her cara ku tiştên bi lezzet mirov bi ber xwe ve kaş bikin, divê mirov bibêje: “Mîna ku min xwaribe”. Kesê ku “Mîna ku min xwaribe” kiriye dustûr, dikaribû bi qasî mizgeftekê bixwara, nexwar. (Îşarat)

   • Zemanê berê piraniya Îslamê birçî nîn bûn, xwestina destfirehiyê hebû. Niha birçî ye, xwestina lezzetê tune. (Îşarat)

   • Ji lezzeta demdemî bêtir, divê mirov ji elema demdemî re bibişire û jê re bibêje tu bi xêr hatî. Tiştê ku “ax” dide gotin, fikra xelasbûna lezzetên berê ye. Ax, tercumanê êş û elemên veşartî ye. Êş û elemên berê “ox” didin gotin. “Ox” ji dil re lezzetek veşartî û agêhdarek nîmetê ye. (Îşarat)

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat