Medeniyeta ku Şerîeta Ehmedî (a.s.w.) dihundirîne û ferman dike: Ciyê palpiştiya wê, li şûna qewetê heq e ku wesfê wê, hezkirin û wekhevî ye. Di amancê de ji dêvla berjewendiyê fezîlet e ku wesfê wê, hezkirin û dostanî ye. Di hêla yekîtiyê de li şûna nijadperestî û miliyetperweriyê; girêdana olî, welatî, çînî ye ku wesfê wan biratiya jidil, aştî û li hember êrîşên ji derve ve tenê xweparastin e. Di jiyanê de ji dêvla prensîba lihevxistinê prensîba alîhevkirinê ye ku wesfê wê, yekîtî û piştgirî ye. Ji dêvla xweziyê ve xuda ye ku wesfê wê, pêşveçûna mirovahiyê û kemilîna giyan e. (Sunûhat)
• Destê Îslamiyetê ku piştevanê hebûna me ye, sist meke, bi çar destan pê bigire; nexwe tuyê mehv bibî. (Sunûhat)
• Musîbeta raya giştî, encama xeletiyên piraniyê dide. Musîbet, encama cînayetê, destpêka mukafatê ye. (Sunûhat)
• Reçeteya sedsaleke bi xirecir, unsûreke nexweş, lebatek bi nexweşîn, pêgirtin û lipeyçûna Qur’anê ye. (Muhakemat)
• Reçeteya parzemîneke biezemet a bêbext; dewleteke bi nav û deng a bêsiûd; qewmekî hêja yê bêxwedî, îttihada Îslamê ye. (Munazerat)
• Şehîd xwe li heyatê dizane. Ji ber ku heyata xwe bi bê tehma sikratê feda kiriye, bê navber û baqî dibîne; lê belê paqijtir dibîne. (Sunûhat)
• Edaleta rastîn a Qur’anî, jiyan û xwîna mesûmek, ji bo hemû mirovahiyê be jî heder nake. Çawa ku her du jî ji bal qudretê ve yek in, ji bal edaletê ve jî yek e. (Sunûhat)
• Bi xwefiroşî, dibe mirovek wisa ku dê bixwaze her tiştê li hemberî hewes û xweziyên xwe, hetta ji destê wî bê dê dinyayê xera û mirovahiyê jî mehv bike. (Sunûhat)
• Tirs û kêmqewetî, pêkerên derveyî tîne halanê. (Sunûhat)
• Feyde û meqsedên rastîn, nayên fedakirin ji bo tiştên bi zirar ên ku bi guman in. (Sunûhat)
• Siyaseta Stenbolê, nexweşîneke wekî (nexweşîna) Spanyayê ye. (Sunûhat)
• Çawa ku bi mal tesediq tê dayîn, di ‘ilm, raman û kirinê de jî dibe. (Îşaratu’l-Î’caz)
• Ji mirovê dîn re, gava bê gotin: ”Baş î, baş î” çawa ku ew baş dibe; ji mirovê baş re gava bê gotin: “Ne baş î, ne baş î” hindik nehatiye dîtin ku ew mirov jî nebaş bûye. (Munazerat)