• Tiştê ku can dide mirov emel e, yê ku dikuje jî bêhêvîtî ye. (Munazerat)
• Ji berê ve ji bo bilindkirina gotina Xwedê û berdewamiya serxwebûna Îslamê, wekî ferza kîfaye wezîfeya cîhadê girtiye ser xwe û xwe ji alema Îslamê ya yekwucûd re wezîfedarê fedakirinê û alhildêrê xelîfetiyê dîtiye, dê bi bextewariya pêşeroja Îslamê were telafîkirin. Lewra vê musîbetê, pêdiviya biratiya Îslamê ya ku havênê jiyana me û ava heyata me ye, bi awayekî awarte lez da tevger û pêşveçûna wê. (Sunûhat)
• Heke xweşikiyên medeniyetê ku malê Xrîstiyaniyê ne jî bên qebûlkirin û kêmbûn û paşvemayîn ku neyarê Îslamiyetê ne jê re wekî dost bên nîşandayîn, delîl e ku felek çep lê hatiye. (Sunûhat)
• Elmasek zengariyê bêhempa, her tim ji cameke biriqandî biqîmettir e. (Sunûhat)
• Aqilê kesên ku her tiştî di maddeyan de digerin, di çavê wan de ye. Çav jî di manewiyatê de kor e. (Munazerat)
• Heke mecaz ji destê ‘ilmê bikeve destê cehlê, difetile heqîqetê, ji xurafeyan re derî vedike. (Munazerat)
• Êhsana ku ji êhsana îlahî zêdetir be, ne êhsan e. Divê her tişt bi awayê xwe bête wesifandin. (Munazerat)
• Şuhret, tiştê ku malê mirov nîne jî, ji mirov re dike bar. (Munazerat)
• Hedîs, kana jiyanê û mulhîmê heqîqetê ye. (Munazerat)
• Candayîna dîn, candayîna miletî ye. Jiyana dîn, nûra jiyanê ye. (Îşarat)
• Qur’ana ku ji mirovahiyê re rehmet e, medeniyeteke ku bextewariya tevahî, qet nebe ya piraniyê qebûl dike.
Medeniyeta niha, li ser pênc esasên neyênî hatiye avakirin: Palpişta wê qewet e; ew jî karê wê ji hedê xwe derbasbûn e. Amanc û qesda wê berjewendî ye; ew jî karê wê xirecir e. Di jiyanê de prensîba wê têkoşîn e; ew jî karê wê şer û kişkişîn e. Tiştê wê yê ku girseyan dicivîne jî ew welatperweriya neyênî û nijadperestî ye ku bi daqurtandina kesên din li ser lingan dimîne; ew jî karê wê şer û lihevxisitina bi şid e. Xizmeta wê ya bi dilniwazî, sîqilandina xwestek û xweziyan û têrkirina dilxwaziyan e; ew hewes û dilxwazî jî dibe sedemê têkçûna manewiyata mirov.