Kitaplar
Dersên Civakî

   • Binavûdeng e ku ji bo eydê li hîvê dihat nihêrtin. Ti kesî tiştek nedît. Zilamek kal bi sondê got: “Min dît.” Halbûkî heyva ku didît, mûyek spî yê bijangê wî bû ku li hev xwar bûbû. Mû li ku, hîv li ku? Tevgera zerreyan li ku, afirînerê ku cureyên heyînan diafirîne li ku? (Nuqte)

   • Sirûşt matbaeyeke mînakî ye, tabi’ nîn e. Nexşe ye, nexşevan nîn e. Çeşnek e, ne xwediyê kar e. Rastdar e, masdar nîn e. Nîzam e, nazim nîn e. Qanûn e, qudret nîn e. Şerîeta îradiye ye, heqîqeta derveyî nîn e.(Nuqte)

   • Încîzab û cezbeya wijdanê ku fitreta bişiûr e, bi cezba heqîqeta cezibdarekî ye. (Nuqte)

   • Fitret derewan nake. Meyla gihîştin û mezinbûna dendikekê dibêje: “Ez ê simbil û fêkî bidim.” Rast dibêje. Di hêkê de meyleke jiyanê heye. Dibêje: “Ez ê bibim mirîşk.” Bi îzna Xwedê dibe, rast dibêje. Kulmek av, bi cemedgirtinê bi meyla firehbûnê dibêje: “Ez ê zêde cî bigrim.” Hesinê zexm nikare wê derew derxe; rastiya gotina wê hesin parçe dike. Ev meyl, tecellî û cilweyên qanûnên afirandinê ne ku ji sifetên îradeyê tên. (Nuqte)

   • Qudreta ezelî ku gêrik/morî bê mîr, moz/mêşa hingiv bê serok nehiştiye, bêguman dê mirovahiyê jî bê nebî nehêle. (Nuqte)

   • Duşeqbûna hîvê, ji mirovên vê dinyayê re çawa ku mucîzeyekê Ehmedî (e.s.w) ye, mîrac bi xwe jî li hemberî milyaket û ruhaniyatên alema melekûtê mucîzeyeke mezin ya Ehmediye ye ku welayeta nubuwweta wî bi vê kerameta rewnaq hatiye îspadkirin û ew zatê nûranî di melekûtên mîna berq û qemerê de bûye roj û ronahî. (Şûaat)

   • Du gotinên kelîmeya şehadetê ji hev re şahid in. A pêşî ji ya duyem re ew delîl e ku meriv bi xwediyê berhemê ber bi berhemê ve diçe, ya duyem jî ji ya pêşî re ew delîl e ku meriv bi berhemê diçe ber bi xwediyê berhemê ve. (Şûaat)

   • Jiyan di kesretê de cureyekî tecelliya wehdetê ye. Ji lew re sewqî îttihadê dike. Jiyan her tiştî dike xwediyê her tiştî. (Nuqte)

   • Rih, qanûneke ucûda derveyî ye, qanûneke xwedîşiûr e. Rih bi xwe jî wekî qanûnên fitrî ku tim û daîm in, ji alema emrê, ji sifeta îradeyê tê û qudretê ucûda hestî li wî kiriye, seyyaleyeke latîfeyî ji wê cewherê re kiriye sadef. Rihê halêhazir, birayê qanûnê maqûl e. Her du jî hem mayînde ne, hem jî ji alema emrê hatine. (Nuqte)

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat