كَمَا أَنَّ الضُّرُورَاتِ تُبِيحُ الْمَحْظُورَاتِ كَذٰلِكَ تُسَهِّلُ الْمُشْكِلَتِ
Mirîşka ku bi tirsonekiya xwe bûye mijara yarî û henekan, dema ku cûcikên wê li dora wê ne, ji ber şefqeta xwe ya li ser wan, êrîş dibe ser gamêşê. Va ye wêrekiyeke bi hijmet...
Hem ji gotinên pêşiyan em dizanin ku bizin, dema bêçare dimîne û nikare xwe ji gur xelas bike, dest bi têkoşîn û êrîşê dike. Hatiye dîtin ku bi qiloçê xwe zikê gur qelaştiye. Va ye egîdiyeke newaze...
Meyla fitrî bêberhingar e. Heke ku meriv kulmeke avê têxe nav guleyeke hesinê qelew, di zivistanê de jî li ber qeşa û seqemê bide sekinandin, meyla avê ya firehbûnê dê hesin parçe bike.
Belê, wêrekiya mirîşka bi şefqet, egîdiya ji ber bêçaretiyê ya bizina bixîret, coşeke fitrî –wekî ava di guleya hesin de– heta ku sariya zilmê di binê dijminahiya wî ya kafirane de bimîne dê her tiştî parçe bike. Gundiyên Ûris ji vê yekê re delîl in.
Bi heman awayî; qehremaniya harîqulade ya di rastiya îmanê de, qehremaniya di îzzeta Îslamiyetê de ku alem pê hesiyaye, bi hişyarbûna biratiya Îslamiyetê her gav dikare mûcîzeyan nîşan bide. Qediya.