Kitaplar
Dersên Civakî

îradeya şexsekî manewî ku ji emanetê xîlafetê dertê û li ser navê ummetê bi awayekî “emîn” dide ser xwe, tiştekî din e. Ev îrade ji aqilekî dertê, xwe dispêre qewetekê û li gorî mefayên alema Îslamê tevdigere. Aqilê wî jî şêwra ummetê ye, ne wasewasa te ye. Qeweta wî, artêşa çekdar û miletê azad e, singûyên te nîn in. Mefa jî, ji derdor li navendê dinêre û ji bo Îslamê bijartina mefayê mezin e. Yan na bi awayekî eksê vê, bi nihêrtina derdor ji navendê, di dema êrîşan de fikr û îradeyeke ezezî û fedakirina alema Îslamê ji bo vê dewletê, vê dewletê jî ji bo Anatoliyê, Anatoliyê ji bo Stenbolê, Stenbolê jî ji bo xanedana seltenatê; ne tenê zatekî oldar ê mîna Vahîduddîn*, heta ku mirovek gunehkar jî ji ber ku tenê navê xîlafetê li serê ye, bi zanebûn tiştek wisa nake. Nexwe hatiye dorpêçkirin, wisa be îtaetkirina bi wî wekî tunebûna îtaetê ye.

   PÊNGAVA WÎ YA ŞEŞEMÎN: Weha dibêje:

   “Sekna we ya li hemberî min û berxwedana we beredayî ye. Tiştê ku we bi hevalbendê xwe re nikaribû bikira, hûn ê niha bi çi awayî bikaribin bikin?” 

  Li hemberî vê wasewasê, em dibêjin:

Qeweta te ya mezin ku bi qeweta te ya herî zêde ya dek û dolabên te li ser lingan e, me bêhêvî nahêle.

   Serê Pêşî: Dek û dolab heta ku piştperde bin bandor dikin. Aşkerabûn topavêtina wan e, qeweta wan ditefe. Perde wisa çiriyaye ku derewên te, dek û dolabên te, fîtneyên te difetilin tewşiqî û qeşmeriyê û bêencam dimînin. Li hemberî Anatoliyê ya vê carê... wekî.

   Ya Duyemîn: Ji sedî notê wê qeweta te ya pûç, dijberiya li hemberî te qebûl nake. Tevgereke ku dijminî dike wê mehkûmê zexelî û seknê dike. Bi qeweta xwe ya ku ji berê maye, heke tu bi îhtîmalek bixwazî alema Îslamê ku di derd û dermanên xwe de şirîk in, bêdeng bihêlî û bi awayekî netebitandî wekî berê di bin zordestiyekê de bihêlî, her çiqas şeytan î, tu yê bibî kerê kerî. (Têbinî)  

  Ya Sêyemîn: Hemin ku dikujî, mirin bi du awayan e:

   Awayê Yekemîn: Bi awayekî ku meriv bikeve ber lingên te û teslîmî te bibe, bi destê xwe wicdana xwe bikuje û laşê xwe jî qaşo di bergîdana ruhê xwe de bi destê te bide telaftin e.

   Awayê Duyemîn: Bi tûkirina rûyê te û bi şîlmaqavêtina çavê te, ruh û dilê me sax dimînin. Laşê me jî dibe şehîd. Fezîleta baweriya me nayê biçûkxistin, bi îzzeta Îslamiyetê re jî yarî û tinaz nayê kirin.

                                       

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat