Kitaplar
Dersên Civakî

اَعُوذُ بِاللهِ مِنَ الشَّيْطَانِ الرَّجِيمِ

وَلَ تَتَّبِعُوا خُطُوَاتِ الشَّيْطَانِ

   Ji her demê re şeytanek ji mirovan heye. Niha di mirovahiyê de, di sûretê mirovî de ruhê xeddar ku wekîlê şeytan e, bi siyaseta xwe ya fîtnekarane li her derê cîhanê bi fîtne û fesadiyê xerakirinê dike, ji bo xerakirina alema Îslamê bi şeş dek û dolabên xwe di mirovan de û di cemaetên mirovan de çavkaniyên xebîs û madenên ziyandar ên di sirûştiya wan de bi propagandaya fîîlî dide xebitandin.

   Damarên hejar dibîne; Hêrsa tolhildanê ya hinan, hêrsa cîgehê hinan, çavbirçîtiya hinan, ehmeqiya hinan, bêoliya hinan, heta ku tiştê herî ecêb ew e ku teasûba hinan bi kar tîne û ji siyaseta xwe re dike amûr.

   PÊNGAVA WÎ YA YEKEMÎN: Dibêje an jî dide gotin:

   “Hûn bi xwe jî dibêjin ku hûn bûn musteheqê musîbetê. Qeder ne zalim e, edaletê bi cî tîne. Wisa be, bi têkiliya min a li hemberî we qaîl bin.

   Li hemberî vê dek û dolabê, divê em wiha bibêjin:

   Qedera îlahî ji bo raperîna me musîbetan dide. Qaîlbûna wê, tobekirina ji wê gunehê ye. Tu, ey mel’ûn! Ne ji bo gunehên me, te ji bo Îslamiyeta me zulim li me kir û dikî. Qaîlbûn an jî bi daxwazî lipeyçûna wî –neûzûbîllah– poşmanî û rûguhertina ji Îslamiyetê ye.

   Belê, heman tiştî –hem musîbet e– Xwedê dide, edaletê bi cî tîne; wekî ceza ew musîbet tê dayîn da ku em dev ji guneh û xerabiyên xwe berdin. Wî tiştî di heman demê de mirovahî jî dide, zulm dike; Lewra ji ber sedemeke din ceza dide. Çawa ku dijminê Îslamê li ser me hemantiştî dike. Lewra em Misilman in.

   PÊNGAVA WÎ YA DUYEMÎN: Dibêje û dide gotin:

   “Çawa ku hûn bi kafirên din re bûn heval û dost, bibin hogir û alîgirê min jî. Çima hûn şermokî ne û dûr disekinin?

   Li hemberî vê wasewasê, em dibêjin:

   Qebûlkirina destê alîkariyê cihê ye, maçîkirina destê dijminatiyê jî cihê ye. Ne lazim e ku her sifeteke kafirek ji kafirbûn an jî ji kufra wî derê holê, ji bo qewirandina dijminê kevn û êrîşkar ê Îslamê, heke kafirek destê alîkariyê dirêj bike, qebûlkirin ji Îslamiyetê re xizmet e.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat