Kitaplar
Dersên Civakî

   Wan tiştên ku di hêla şaristaniya pêşveçûnê de, li ba biyaniyan hene û dikarin bi me re alîkariyê bikin, -mîna fen û senayiyê- em dê ji xwe re bi memnûnî bigrin. Lê belê hin ji wan edet û exlaqê nebaş ku guneh û mesawiyên medeniyetê ne û ew li cem biyaniyan, weke gelek xweşiyên medeniyetê dor li wan girtiye, kirêtî û çirkîniya wan, wisan zêde xwe li ba wan nîşan nade. Îca gava em wan ji xwe re bigrin, ji ber sihûda nebaş û ji ber wê rêya hilbijartina nebaş, wê wisan bê serê me ku, gava em wan xweşiyên medeniyetê ku bi zorî û zehmetî tên bidestxistin, lê belê em wan terk bikin, ew guneyên medeniyetê ku mîna zarokan, li hewa û hewesê tên, dikevin stûyê me û ji ber vê yekê jî, bivê nevê, em dibin mîna wî mêrê muxennes an jî, mîna wê jina ku bûye mêr. Ango, gava pîrek, mîna mêran kincan li xwe bike û mêr, bi xemla pîrekê xwe bixemilîne, qehpewarîtî ye; lê nayê. Ew zilamê ku xwedîşeref e, nabe ku bibe mîna wê xanima cîlwedar a bi ku zîv û zêr hatiye xemilandinê.

   Elhasil: Em dê, bi şûrê şerîetê li pêşiya wan guneh û mesawiyên medeniyetê rawestin da ku di hudûdê hurriyetê de nekevin nava medeniyeta me. Da ku ciwantî û ciwaniya medeniyeta me, bi xêra wê ava eynulheyata şerîetê bê parastin. Di hêla ked û kesba medeniyetê de, ji me re lazim e ku em jî mîna Japonan bikin. Çimkî digel ku ew wan xweşiyên medeniyetê ji Ewrûpayê digrin jî, wan ew edetên xwe yên millî ku neteweya wan pê ebedî dimîne, muhefeze kirin. Îca yê me, ji ber ku ew edetên me yên millî, bi Îslamê neşwûnema bûne û mezin bûne, pêdivî heye ku em ji du aliyan ve xwe bi wan edetan ve bigrin.

   Gelî gedeyên welêt! Wan kesên cemiyeta millî, ruhê xwe feda kir û bi vî awayî wan, rê li ber seadeta me vekir. Em jî, dê hin lezzetên xwe terk bikin û bi wan re alîkarî bikin. Çimkî em tevî wan, li ser wê sofreya nîmetan rûdinin. Ew kesên xwedî fikrên fasid û xerabûyî, ango yên ku daxwaza îstîbdad û mezaliman dikin, ez dixwazim li hember wan û li hember wê îstîbdada ku bûye mezherê mirina ebedî û di zikê zemanê berê de definkirî ye û li hember wan mezalimên di nav wê lehiya gur a demê de gêndir bûye, ji bo ku careke dî, êdî qet li wan neye temaşekirin, bi xêra beyana vê tarîxa heyata hurriyetê, di navbera zemanê berê û niha de, seddeke hesinî ya ku qet qul nabe bikşînim.

   Ha wiha ku: Mîna wan heft nûwazeyên navdar, vê şoreşa mezin, bi xwe re hurriyet anî û ji ber ku wê ew da ber terbiyeyê meşwereta

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat