qîrînê dike. An jî ji eşîra xwe vedikêşe, ji esl û binyada xwe dertê û xwe diavêje eşîreke din.
Mirovê duyemîn çiqas ku serê xwe radike tiştên şanaziyê yên eşîra wî, çavên wî diçirisînin, hesta xurûrê lê zêde dibe, li nefsa xwe dinêre sist dibîne. Va ye wê demê, hesta fedakariyê û fikra gelî hişyar dibe û dibêje:
— Ez bi qurbana eşîra xwe bibim.
Heke ku te remza vê temsîlê fêm kir, li vê cîhana îbretê ku meydana pêşbazî û têkoşînê ye, Misilmanek an jî Kurdek, wekî mînak bi Filehek an jî bi Îngilîzekî re bi awayekî manewî hestên wan di têkoşîna xîretê de bi mûqabele û bi weznê derên holê, tu yê bibînî ku ev cudatî, ne wekî ku her kes dizane ye. Dibe ku ji zahirperestî û rûxarkîtî û ji xapîna hestê derketibe holê.
Gelî Misilmanan!
Nexapin! Serê xwe pêl mekin! Elmasek bêhamta yê zengirtî her gav ji cameke biriqandî çêtir e.
***