Heyf û mixabin! Ji gelek girêkên jiyanê ku civak bi wan dikeve nav çalakî û tevgerê, ya ku li bal me pêşve çûye tenê ramana wêjeyê, bi taybetî ramana hîcvê û xwesteka biçûkxistinê ye ku helbestvane, mufrîdane, edebşikênane û xwepesindane ne...
وَلَ يَغْتَبْ بَعْضُكُمْ بَعْضًا
li hemberî biedebkirinê bêedebî ye ku êrîşî hev dikin. Lê belê her çiqas em zimandirêjiyên kaselîsan ku li hemberî milet û Îslamê dikin, bidin rûyê wan jî, bi awayekî bêolî li hemberî hev hîciv û rezîlkirina hev jî, kî dizane dibe ku musteheq bin, em tenê diramin, dibêjin û bi vê yekê qîma xwe tînin.
Ji min re wisa çêdibe ku di perîşanbûna vî miletî de ji cahiliyê zêdetir, têgihîştina bêhavil a zêde ku bi nûra dil re ne hevalbend e, bandor kiriye. Bi dîtina min nexweşîna herî mezin hêrsokî ye. Lewra derxistina ji hed a her tiştî, berteka berepaş çêdike.
Birawo, li hemberî wan sedemên extiyar ku alema Fileyan bi wan bi ser ketibûn, hinek sedemên ciwan û liserxwe li bal me dest bi pêşveçûnê kirine. Di pirtûkeke din de min bi kitekitî vegotibû.
Serpêhatiyek 1 :
Bi qasî deh sal berê 2 çûm Tîflîsê. Li wirê derketim ser girê ŞêxêSen’an, bi baldarî min hawirdor temaşe dikir. Ûrisek hat bal min. Got:
— Tu çima wisa bi baldarî dinêrî?
Min got:
— Plana medreseya xwe çêdikim.
Wî got:
— Ji ku derê yî?
Min got
— Bedlîsî me.
Wî got:
— Ev der Tîflîs e.
Min got:
— Bedlîs û Tiflîs birayên hev in.
Wî got:
— Bi çi awayî?