Kitaplar
Dersên Civakî

   Belê; ramana hunerê û meyla hînbûnê ji zêdehiyê dertê. Ji ber ku Ewropa teng e û çûn û hatina wan bi awayekî sirûştî bi behr û çeman pêk tê, bi vî awayî bazirganiya hevnasînê, alîkariya bi qubale, bi têkiliyan alîkariya fikr û ramanan, reqabet û pêşbaziyê bi xwe re tîne.

   Û ji ber madena hesin ku kana hemû sanayiyê ye, bi piranî di wir de ye, ew hesin, ji medeniyeta wan re wisa çekeke qewetê daye ku hemû wêraneyên medeniyetên dinyayê xesp û talan kirin, zêde giran bûn, persengên mêzîna ser rûyê erdê xera kir.

   Ji şana hewaya sar e ku hem her tiştî dereng digre û dereng berdide, hedan û berxwedan daye xebatên wan, bi vî awayî medeniyeta wan berdewam kiriye. Hem jî ji ber ku dewletên wan bi piştdana ilmê ava bûne, qewetên wan ên li hember hev li hev ketine, acizkirina îstîbdatên wan ên xedarî, tengijandina bawerhişkiya engîzîsyonane dibe reaksiyon, pêşbaziya bi reqabetî ya hemanên wan ên nefsbiçûk, qabiliyetên Ewropayiyan bi pêş xistiye, meziyet û fikra netewî hişyar kir.

   Sedema Duyemîn: Ew nuqteya ku pişta xwe danê. Belê, her Fileh gava ku serê xwe radike, destê xwe davêje amanceke li pey hev û di hev de, li paş xwe dinêre û nuqteyeke gelek qewî ya piştdayînê dibîne ku her gav dê were hewara qeweta wî ya manewî û heyatê bidê. Heta ku li hember karên herî giran, bi xwe re qewetê dibîne ku şer bike.

   Vaye ew nuqteya ku pişta xwe danê, medeniyeta Ewropayê ye ku her wext amade û dekbaz e, bi teasûba engîzîsyonê ya medenî, bi serdestiya medeniyeta wan a ku bi bêoliya wan a maddiyûnî hatiye meyandin, ew dêra mezin a civata bi çek ku ji xurûrê ji xwe ve çûye û oldarên wan ên ji her alî ve destê xwe dirêj kirine ku qewetê bidin rehên jiyanê û rehên canê Îslaman jêbikin.

   Nayê dîtin ku Îngilîzê herî hurriyetperwer/azadîxwaz destê xwe dirêj dike û digere. Li ku derê Filehekê bibîne, heyatê didê. Va ye Hebeş, Sûdan; va ye Teyyar/Tiyarê, Ertûşî; va ye Lubnan, Hewran; va ye Malîsûr û Arnawûd... Îla axir.

   Welhasil: Yê ku can dide wan emelên wan in û yê ku me dikuje bêhêvîtî ye. Gelek tê zanîn ku camêrekî wiha gotiye: “Heke min nuqteyeke ku pişta xwe bidayê bidîta, min ê cîhan ji cî bileqanda.” Di vêferaziyê de nuqteyeke ecêb heye. Nexwe, heke ev mirovê biçûk nuqteyeke piştdayînê bibîne, dikare mîna fetilandina cîhanê karên mezin bike.

   Gelî Îslamiyan! Va ye li hemberî wan musîbet û belayên mîna goga zemînê giran ku ketine ser dilê alema Îslamê, nuqteya me ya piştdayînê nuqteya

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat