Kitaplar
Dersên Civakî

qeşmerî û melaqiyan hat damezrandin, ket hukmê Ezraîl; wî ew kuştin. 

  Gelî birayên welat ên bihemiyet! Bi wan îsraf û lezzetên nemeşrû, careke dî wê îhya mekin! Nexwe heta niha em di gorê de bûn; diriziyan. A niha, bi vê îttîhada millet û meşrûtiyetê, em derbasî rehma maderê bûn; em dê çê û mezin bibin. Ji wê mesafeya tereqqiyê ku em sed salî li paş mane, înşellah em dê bi mûcîzeya Pêxemberî, ji aliyê ‘emelî ve li trêna qanûnên şer’î ya esasî û ji aliyê fikrî ve jî, em dê li bûraqa meşwereta şer’î siwar bibin. Em dê ji vê çola mezin a nav wehşetê, di demeke kurt de, ji hêla wan tekemmulên destpêkî ve derbas bibin û em dê di milê wan miletên medenî de, mil bi mil bikevin pêşbaziyê. Lewra gel li Erebeya ga siwar bûne û ketine rê. Îca em, tafilê li mebadî’ên mîna trên û balonê siwar bibin û em dê derbas bibin. Belkî bi xêra heqîqeta Îslamê û qabiliyeta fitrî û feyza îmanê û bi xêra wê birçîtiya zêde ku rehetî dide hezmê, em dê fersah fersah derbas bibin. Çawa ku wextekî em derbas bibûn.

   Ji ber xatirê ku telebetî wezîfe dide min, ez tînim bîra wê fermana mezûn a hurriyetê ku:

   Gelî gedeyên welêt! Bi awayekî nebaş, hurriyetê tefsîr mekin; da ku ji destê we nereve û da ku ew, wê esareta berê ku genî ye, di derdaneke dî de, bi me nede vexwarin û me pê nefetisîne. Lewra hurriyet, bi îtaetkirina li hukman û bi edebên şerîetê û bi exlaqê xweş bera [û rasteqînî dibe] û mezin dibe. Digel ku di serdema sehabiyên kîram de wehşet û cebra zordestiyê li ser hukum bû jî, ew azadî, edalet û wekhevbûna wan, ji vê angaştê re delîlekî eyan beyan e. Îca heke hurriyet, bi sefahet, lezzetên nemeşrû, îsrafat, tecawuzat û bi serbestbûna îtaetkirina li hewaya nefsê bê tefsîrkirin û bi vî awayî pê ‘emel bê kirin, wisa dibe; mîna meriv ji esareta padîşahekî derkeve, îca bikeve bin esareta rezîl a nefsê û wê gavê jî, îstîdata zarokatiyê li ser milet dide nîşandan û diyar dike ku milet sefîh e; Lewra meriv, dibin musteheqê wê esareta herişandî ya berê. Çimkî ew sefîh, dorpêçkirî û sînorkirî ye. Gava meriv nebe layiqê wê hurriyeta nû ya fireh û ronak (Çimkî ji zarokan re fireh nabe) ew îttîhada millî ya ku bi şan û şûrt e, dê ji ber wan rewşên genî û xerabûyî, bibe hedefê nexweşîneke fena. Jixwe tefsîra ehlê kemal û wicdan, ne wiha ye. Mezhebê wê jî, dê dijber be. Em gelên Osmanî, mêr in. Li wê qameta merdane ya îstîdata/qabiliyeta me ya millî, ew sefahet, hewesat û îsrafên ku mîna kincê jinan xemilandî ne, xweş nayê. Bînaen‘eleyh, em neyên xapandin. Em qaydeyê 

خُذْ مَا صَفَا دَعْ مَا كَدَرَ

ji xwe re weha bikin dustûrê karûbar:

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat