Kitaplar
Dersên Civakî

وَأَنْ لَيْسَ لِلِْنْسَانِ اِلَّ مَا سَعَى

   Hem jî “cesaret û namûsa millî” ya ku sebeb û hamiyê her camêrî û fezîletê ye, ferman dike ku: Çawa ku we heta niha rê û mecra ji mêjî, ber bi dil ve vekir û wihareng aqil mezc û tevlî nav qewetê kir û we ders û perwerdehiya xwe, ji devê şûrê tûj wergirt û di şecaet û cesareta maddî de, bi pêş ketin. Îcar jî, buhur û neqebeke ji dil, bal bi fikr û ramanê ve vekin; qewetê bişînin hewara aqil. Hest û hissan, bavêjin dû fikran. Da ku namûsa millî, li meydana medeniyeta mêraniya mêjî û hiş, paymal nebe. Divê şûrên we, ji cewherên fen û sin’etê, bêne çêkirinê.

   Hem jî zimanê we yê ku neynika çirûskên hîs û hestên mîllî ne û dara fêkiyên edebiyatê ye û cihikên ava heyata perwerdehiyê ye û mêzîn û mîhenga pîvana qîmet û kemilîna we ye û ber bi aliyê wijdana her kesî ve bi awayekî rasterast rê û menfez vedike û wihareng mîna baqê tîrêjê bi bandor e ku jê re “zimanê zikmakî” tê gotinê (ku ji ber îhmala we, gelek tevlihev maye û hin şaxên wê hatine tamandin) her çiqas xwediyê wê qabîliyetê ye ku bibe mezherê tecelliya dareke mîna dara tûbayê, ji ber ku wiha hişk û perîşan bûye û ji edebiyatê ku zimanê medeniyetê ye, paşde maye, bi zarekî xemgîn, gilî û şikayeta we, li xîret û hemiyeta we dike.

   Mora qederê ya di însan de, ziman e. Reng û rûyê însaniyetê jî, di rûpelê ziman de, neqş û xemla beyana xwe, dide der. Zimanê zikmakî jî, ji ber ku sirûştî û fitrî ye, lefz û kelam, bi xwe, berê xwe bêyî gazî û dawet, têne hiş û bîra meriv. Wihareng ji ber ku danûsitendin, tenê bi maneyê re ye, lewma hiş nakeve nav dudiliyê û şaş nabe û ew ilm û agahiyên tên dikevin wî zimanî, mîna “neqşun ale‘l-hacer/nexşên li ser kevir” daîmî dimînin. Û her çi tiştê ku bi wî kirasê zimanê millî bixuyê, ji meriv re nas û şîrîn tê. Va ye, ez mîsaleke xîret û hemiyeta mîllî pêşkêşî we dikim ku ew jî, Xelîl Xeyalî Efendiyê Motkiyî * ye ku çawa di her şaxê xîret û hemiyeta mîllî de li pêş e, di warê şaxa ziman de jî, “pêşengiyê”yê bi dest xistiye. Û alfabe û serf û nehwa ku esasên zimanê me ne, çêkiriye. Û heta ez dikarim bibêjim ku esra hemiyet û xîret û fedakarî û hîmaya jaran, îmtizac kirine û gihiştine hev û wucûda wê ya manewî çê kirine. Bi rastî jî, ji ber ku em di madena Kurdistanê de, rastî cewherekî xîretê yê wiha hatine, hêvîdar im ku dê gelek cewherên wekî wî, paşeroja me ronî bikin.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat