Hem jî ew “seydayê hewcehiyan” ku avakarê pêşketinan û bavê medeniyetê ye û jê re “hewcehî” tê gotinê, sîle û şîmaqa xwe rakiriye û li we hukim û ferman dike ku: An hûn ê di vê çola wehşet û hovane de, heyat û hurriyeta xwe bidin ber destê talan û şêlanê; an jî hûn ê li meydana medeniyetê, li trên û balona fen û sin’etê siwar bibin û paşeroja paşerojê û wan hal û rewşên îttîfaq û yekîtiyê, ji nû ve bi dest bixin û ber bi kabeya kemalatê ve bimeşin û bibezin.
Hem jî “fikra we ya miliyetê” ku we mîna malbateke li newalên pêşerojê û deşt û çolên roja îro û li çiyayên paşerojê şax vedaye û bi tevî qehreman û egîdên dahî yên kurd ên mîna Rustemê Zal û Selahedînê Eyubî, li konekî rûniştî ne, her kesî bi şeref û heysiyeta ferdên din ve, şerefdar û rûmetbar dike û nimûneya hîssên payebilind e ku jê re milliyet tê gotinê, bi emrê qet’î li we ferman dike ku: Her yek ji we bibin neynika heyata hemû milet û parezvanê seadeta wan û bibin mînak û modeleke muşexxes a hemû gelê xwe. Ne ku wekî niha bi qasî mirovekî, bilakîs hûnê bi qasî miletekî mezin bibin. Lewra bi mezinbûna amanc û meqsedê re, xîret û himmet jî, mezin dibe. Û bi coş û kelîn û xeleyana xîreta millî re, exlaq jî dikemile û mezin dibe.
Hem jî, ew meşrûtiyeta meşrû ya ku îradeya cuzî ya di hurriyetê de ku sebebê seadeta qewman e û bi temîna hakimiyeta millî, wezîfa buxara makîneya heyatê pêk tîne, ji bindestiya îstibdadê û zordestiyê xelas dike û bi haveynê meşwereta şer’î dide meyandinê ku jê re dibêjin “meşrûtiyet”, we dawetî meclîsa îmtîhanê dike: Dixwaze bibîne ku hûn kamil û balix bûne û îhtiyaca we ya bi wesayetê, tuneye. Xwe ji bo imtihanê amade bikin. Hebûna xwe, bi yekbûna xwe bidin nîşandan. Û bi saya hemiyet û xîreta millî, fikir û wijdana xwe ya şexsî, wekî dil û eqlê muşterek ê miletê xwe nîşan bidin. Eger na, dê sifirê bide we, dê bawernameya hurriyetê, nede destê we.
Belê, ew meyla axatiyê û fikra xweserane û enaniyeta di we her yekî de ku bûye sedemê gengeşeya we ya li deşt û çolên pêşerojê, vêga dê vegere fikra îcadê, teşebûsa şexsî û fikra hurriyetê ya li qesra şadiya şaristanî û medeniyetê ya paşerojê. Heta dikarim bibêjim ku: Li gorî medreseyên xelqên din ên bêdeng û his, medreseyên we yên bi sewt û seda, rewşa meclîseke mebûsan a ilmî nîşan didin. Û ew vizeviza we ya semawî û rûhanî ya qiraet û xwendina Fatîheyê ya li pey mela, îma û nîşaneke qederê ye ku di mahiyeta we de, bi mezhebî, medreseyî û qewmî, sirra qabiliyeta meşrûtiyetê heye. Her wiha, teşwîq e, ji bo teşebûsa şexsî ya ku unwanekî dinê yê vê ayeta hanê ye: