ENCAMNAME
(Heke li vir, çend gotinan ji ehlê qewmê xwe re jî nebêjim, bawer im dê mijar netemam bimîne.)
Gelî Kurdeşêrên ku di serdema cîhangiriya Asûrî * û Keyaniyan * de leşkerên wan ên pêşdar û cengawer hebûn! Vê xewa we ya pênc sed salî bes e. Êdî şiyar bibin, sibe ye. Eger na, dê wehşet û xeflet, di çola hovîtî û wehşetê de, we talan bike.
Hîkmeta îlahiya ku muessîs û avakarê qanûnên nûranî yên Îlahî ye û wekî têlên telgirafê, hemû alem rapêçaye û tê de şax vedaye û nîzama makîneya alemê ye ku jê re hîkmeta îlahî tê gotin, ji ûfqa ezelî, tiliya qederê rakiriye û li we ferman dike ku:
Hêz û hemiyet û xîreta xwe ku bi îxtîlaf û bêtifaqiyê wekî ava belave ya dilop dilopî zayî bûye, bi fikra milliyetê bighînin hev û bikin yek. Cazîbe û berkêşiyeke umûmiya wekî cazîbeya zerreyên piçanok, pêk bînin û wihareng girseyeke mezin a wekî Kurd, mîna kureyê bînin dewr û deweranê û li sazûmana roja şewketa Îslamê û Osmaniyê, mîna yê sitêrkeke şemaldar û rewnaqdar, tevlî cazîbe û berkêşiya wê bibin û muwazene û ahenga umûmî biparêzin.
Hem jî, ew “hurriyet”a ku pala xwe daye şerîetê û pêşî li neheqiya li xeyran digre û hêsîrî û bindestiya bin emrê nefsê, qedexe dike û wekî çiyayên Sîpanê û Agiriyê, li ser girê dîharê çiyayên paşerojê rabûye piya, bi dengê bilind, li qewmekî wekî we xafil û jihevbûyî yê ku li geliyên pêşerojê yên herî kûr mane, wiha ferman dike: “Ji bo hucûma li ser cahilî û feqîrtiyê, dest bavêjin fen û sin’et û sîlehê. “Herne pêş! û Êrîş!”
Hem jî ew “heqîqeta” ku di bin tebeqeyan de perdedar û dîl û girtî maye û bi mehf û hilweşîn û qelişîna tebeqeya îstîbdad û zordestiyê, bi sivikbûna wê tebeqeya cehl û xefleta ku li ser milê wê ye, leq û livîn pêketiye û hêz daye xwe ku rabe ser xwe ku jê re tê gotin “qasidê heqîqetê”, ji her aliyî ve, ji we re radigihîne ku: Dem, dema avdana bi ava heyatê ya perwerdehiyê ya wan qabiliyetên we ye ku destê qederê di mahiyeta we de çandiye û seciyeyên we yên ku di mahiyeta mîlliyeta we de veşartî ne û muqedderata we derdixîne rû dinê. Yan na, dê hişk an jî pûç bibe.