bi kêr nayê ji bo min. Xwe nafîle newestînin. Min sirgûn bikin. Bila Fîzan be, bila Yemen be, razî me. Hûn jî ji pînedûzî û pînekirinê xelas dibin. Ez jî ji êşandina ketina ji bilindahiyê, xilas dibim.
Nazir: “Di vê gotinê de qest û mebesta te çi ye?”
Min bi bersivî got: We perdeyeke bi navê nîzamê ku wekî pelê cixareyê zirav e, li hemberî ev qas fewerana fikr û hestan, avêtiye ser her kesî. Hemû kes di binî de û wekî miriyê muteherrîk, bi zordariya we, dinale. Ez ecemî bûm, bi ser de ketim, neketim binî. Wekî şiklê kincê min, exlaqê min jî giran bû. Carekî li Mabeynê qelişî. Li Şîşliyê ez ketim mala Ermeniyekî, li wir qelişî. Ketim Şekercîxanê, li wir jî qelişî. Ez ketim timarxaneyê. Niha jî ketim nezaretxaneyê. Elhasil hûn jî nikarin ewqas pînekariyê bikin, ez jî diêşim.
قَدِ اتَّسَعَ الْخَرْقُ عَلَى الرَّاقِعِ
Hem jî ez gava li Kurdistanê bûm, min we baş dizanibû. Vê rewşê, sir û meqsedên we, rind hînî min kirin. Bi taybetî timarxaneyê, vê metnê, ji min re rind şerh kirin. Hem jî ji bo van rewş û halan, sipas dikim. Lewra min li cî û meqamê sûîzenê, husnîzen dikir.
Bedîuzzeman
Mela Seîdê Kurdî
***