Kitaplar
Dersên Civakî

DI DEWRA ÎSTIBDADÊ DE, PIŞTÎ TIMARXANEYÊ,

 

DEMA LI GIRTÎGEHÊ BÛM,

 

HEVPEYVÎNA MIN A BI ŞEFÎQ PAŞAYÊ NAZIRÊ ZABTIYEYÊ RE

 

 

   Nazirê Zaptiyeyê got: “Padîşah li te silav kiriye. Ji te re meaşekî hezar qurişî jî girêdaye. Paşê dê bike bîst-sî panot.”

   Min bi bersivî got: Ez ne parsekê meaş im. Hezar panot be jî, ez nikarim qebûl bikim. Ez ji bo xwe nehatim, ji bo gelê xwe hatim. Hem jî, vî tiştê ku hûn dixwazin bidin min, para dengnekirinê ye, bertil û ruşwet e.

   Nazir: “Tu fermana padişah bi paş ve vedigerînî? Vîn û ferman nayête redkirin.”

   Min bi bersivî got: Red dikim. Da ku bila padîşah bixeyîde, gazî min bike, ez jî rastiyê bêjim.

   Nazir: “Encama vê yekê dê ji te re ne bi xêr be!” 

  Bi bersivî min got: Heke encam avêtina behrê be jî, dê ji min re qebreke fireh be. Heke bêm îdamkirin, ez dê di dilê gelê xwe de bijîm. Jixwe gava ez hatim Stenbolê, min heyata xwe di bergîdana ruşwetê de anî. Çi ji destê we tê bikin û texsîr jî nekin!

   Ez vê yekê jî ji dil dibêjim, dixwazim gelê xwe bi kirinên xwe hişyar û îqaz bikim ku întîsaba bi dewletê, ji bo xizmetê ye, ne ji bo girtina meaş e. Hem jî merivekî mîna min, xizmeta wî ya ji millet û dewletê re, bi nesîhetê ye. Ew jî bi tesîra baş, pêk tê. Ew jî, bi hesbetten lîllahê, çê dibe. Ew jî, ji bêxereziyê; ew jî, ji bêbedeliyê; ew jî, bi terka menfîeta şexsî ye. Lewma ez mazûr im, ji girtina meaş.

   Nazir: “Ew meqsed û daxwaza te ku belavbûna perwerdehiyê ya li Kurdistanê, di meclîsa wekîlan de, derdestê muzakereyê ye.”

   Bi bersivî: Hûn perwerdehiyê bi paş ve dixin û meaş jî didin pêş. Gelo ev bi çi qaîdeyê ye? Hûn menfîeta min a şexsî, li ser menfîeta umûmî ya millet re digrin.

   Nazir hêrs bû û qehirî.

   Min got: Ez bi awayekî azad jiyame. Li çiyayên Kurdistanê yên ku warê huriyeta mutlaq in, mezin bûme. Hêrs û hiddet,

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat