Kitaplar
Dersên Civakî

divê li mekteban, ilmên dînî bi rêkûpêk bête xwendinê û li medreseyan, ji dêvla felsefeya antîk a ku êdî bi kêr nayê, hin fennên modern ên kêrhatî bêne tehsîlkirin û li tekyayan alimên ilimdar hebin. Wihareng hêvî heye ku ev hersê şûbe, bi yek ahengê teraqqî, bi pêş kevin.

   Fikra Duduyan: Derbareyê xetîb û waizan de ye ku ew jî muderis û dersdarên giştî ne. Min bi xwe, di nesîhetên wan de tesîrek hîs nekir. Ez fikirîm, ji xêncî dilhişkiya xwe, min sê sedem dîtin.

   Sedemê Pêşî: Di vê sedsalê de, qiyasê bi zemanê berê dikin, bi tenê îddiayê teswîr dikin û dibiriqînin. Hal ku ev e, di dewra berê de, qelbê selîm û dilê safî û hurmet û lipeyçûna aliman, hukimferman bû. Ji van re delîl ne lazim bûn. Lê îro, bi her kesî re meyleke fikra lêgerîna li rastiyê, peyda bûye. Ji ber vê yekê, teswîra îddîayan, bi kêr nayê û tesîr li wan nake. Ji bo tesîrê jî bes îsbata îddîayê û îqna lazim e.

   Sedemê Duduyan: Gava ku teşwîqê tiştekî dikin an jî dixwazin ji tiştekî bidin tirsîn û dûrxistinê, qîmeta tiştên ji wî girîngtir, dadixînin hîçiyê. Mesela dibêjin: “Du rekatê nimêja şevekê, wekî tewafa hecê ye; yan jî yê ku xiybetê bike, wekî ku zinyayê kiribe.”

   Sedemê Sisêyan: Gotinan li gorî ihtiyaca rewşê û pêdiviya demê ku îcaba belaxetê ye, nabêjin. Qaşo însanan dikşînin quncikên zemanên berê û paşiyê bi wan re diaxivin. Ez dixwazim bibêjim ku: Divê waiz, hem alimê muheqqîq û lêgerîner be -da ku îsbata îddiayan bike- hem hakimê mudeqqîq û hûrbîn û kûrbîn be -da ku muwazeneya şerîetê xerab neke-; hem jî şert e ku xwedî belaxeteke bi îqna be.

   A Çaran: Min gotiye: “Hişê min perîşan e”. Hal ku ev e, qest û mebesta min ji vê gotinê ew bû ku zeîfiya quwwa hafizaya xwe û zehmetiya hişê xwe û merdumgirîziya tebîeta xwe, bînim ziman. Ji ber ku tu dînek nabêje “Ez dîn im”, vê yekê çawa ji dîntiya min re dibe delîl? Min gotibû ku min piştî Îzharê sê meh ders dîtiye. Vê gotinê ji du hêlan ve şik û guman anîne hişê merivan: Yan ne rast e. Hal ku ev e, piraniya Kurdistanê rastiya vê yekê dizane. Gava ku rast be jî, vêca ey doxtor, çawa ku te got, an wekî pesn û quretiyê ye ku hebekî dînîtiyê nîşan dide. Bersiva vê: Her çi qas wekî pesindanî hatibe xuyan jî; min niyet ew bû ku bersiva rast bidim pirsa rîcalekî dewletê. Ez bawer im êdî şik û gumana we ji hişê min nema, şubheya we ji fikra min heye. Bi muhakemeyeke ji rêzê, vê şik û şupheyê, bi rihetî zaîl dibe. Lewra, merivekî ji kurdên hur û hov ku ne xwedî fikrekî hêja yê mîna cewher û ne jî xwedî sadiqiyeteka bo millet a wekî elmas be, çawa dibe ku di

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat