Kitaplar
Dersên Civakî

an jî wekî ilmên hunerên bedew ên ku dembihurandina bi kêf û şahî encam didin, ilmên îlahî yên wekî ilmên meqsûdê bîzzat in ku lezzeta heqîqî dihundirînin, nayên tehsîlkirin. Ji vî re jî yan xîreteke pir zêde yan mijûlayiyeke tam yan jî coş û şewqeke hundurîn û derveyiya wekî pirs û bersivdanê ku musabeqe û pêşbaziyê derdîxîne holê, lazim e. Yan jî bi tetbîqa rêbaza karbeşî û teqsîmul emelê, bila her telebeyekî, li gorî qabîliyeta xwe ya şexsî, bi hinek ilman re mîjûl bibe; da ku bibe pispor û ilmê wî sethî û sûrî nemîne. Lewra, ji bo her ilmekî, sûretekî wî yê heqîqî heye. Gava nebe meleke û bi kûrahî hîn nebe, dibe mîna resmên ku hin aliyên wê kêm in. Çareya vê jî; divê ku fen û hunerekî li gorî qabiliyeta xwe esas bigre. Û bila ji wan fenên ku eleqedarê wî ne, ji her yekî ji wan, xulaseyekî bê wergirtin û wihareng şiklê heqîqî yê wî fennê esasî û bingehîn, bikemilîne. Lewra, her xulaseyekî, resmekî serbixwe pêk nayne. Lêbelê dikare resmekî bingehîn temam bike.

   Ey gelî telebeyên ilmê yên ku dengê min dibihîzin! Divê ku em wekî telebeyên mekteban -ku ew ji pêşiyên xwe yên kêm re bûne xeyrul xelef û peyrewên qenc- bixebitin; da ku em jî ji pêşiyên xwe yên ku gihîştibûn kop û dîharê kemalê re, bibin waris û peyrewên baş. Qest û mebesta min ew bû ku di van her du xalan de, bi saya munazereyê û bi awayekî fiîlî, îqaz û îrşad bikim.

   A sisêyan: Min bi fizûlî, du fikir beyan kiribûn:

   Yê Pêşîn: Di vê serdema pêşketinê de, Îslamiyeta ku medeniyeta heqîqî pêk aniye, li gorî vê medeniyeta îroyîn, bi pêş neketiye. Sedemê wê yê herî mezin jî, ew cihêtiya fîkrî û dijberiya meşrebî ya di navbera hersê şaxan -ehlê medrese û ehlê mekteb û ehlê tekyayê ku layiqê gotina “Mexseda tevan yek e, lê rîwayet muxtelîf e”- de ye. Ehlê medreseyê, ehlê mektebê ji ber tewîla hinek tiştên zahir ên ku qest û mebest ne ew in, bi “zeîftiya îmanê”, îttiham dikin. Ev jî, wan ên dinê, ji ber kêmzanîna wan a ilmên nûjen, “kêm” û “bêewle” dihesibînin. Ehlê medreseyê, bi çavên ehlê bid’eyan, li ehlê tekyayê dinêre. Ji ber hin hal û hereketên ku ji bo teşwîqa zikrê ku îbadet e -ku cahil û amî van emel û hereketan bi şaşitî wekî îbadetê zen dikin. Hal ku ev e, vê zennê, batil e. Ya ku îbadet e, bes bi tenê zikr e. Ew hereketên din, bi wî şertê ku mubah bin, caiz in- Ji ber vê zenna amiyan, bi çavên ehlê bide’yan li van ehlê terîqetê dinihêrin. Ji ber tefrîta wan a û bi îfrata yên dinan, deriyê musameheyê vebû. Hin tişt û hereketên bide’t, tevlî nav zikrê bûn.

   Vê cihêtiya fikran û dijberiya meşreban, hîn li exlaqê Îslamê xistiye û ji pêşketina medeniyetê, mehrûm kiriye. Çareya vê yekê jî ev e ku,

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat