Kitaplar
Dersên Civakî

   Lewra gotine ku: “Ji ber kar û kirinên xwe, dîn e, dîwane ye. Lewra bersiva hemû pirs û meseleyên zor û muşkîl, dide.” Yê dîn ew e ku bi vî awayî delîlan tîne..

   A Çaran: Hêrsbûn û heyecana mirovên esebî û qehrok, normal e. Nexasim yekî wekî min ê bi hêrs… Bi teybet yekî ku fikrekî payebilind, yanî huriyeta şer’î, pazdeh sal di hişê xwe da hilgirtibe û gava ku bi xwe jî, hema hema xwe gihandibê; yanî bi înqilabeke mezin, xwe di xetereyê de û tehlûkê de bibîne û mehrûm bimîne ji temaşeya wê, dê çawa neqilqile û neqehire? Hem jî, yê ji min dîntir û dîwanetir, Nazirê Zabtiyeyê ye. Lewra ji min hişktir û tundtir e. Hem jî, ji hezarî yek in, ên ku mubtelayê vê dînîtiya demî nebûne.

وَكُلُّ النَّاسِ مَجْنُونٌ وَلٰكِنْ عَلَى قَدَرِ الْهَوَى اِخْتَلَفَ الْجُنُونُ

   Heke melaqî û şelaqî û lavatiya wekî newenewa pisîkan û fedaya menfîeta giştî, ji berjewendiya xwe ya şexsî re, ji îcabên aqil bêne hesêb; bila hûn şahid bin, ez ji wî aqilî îstîfa dikim. Ez bi dîntiyê -ku bi min wekî mertebeyeke masûmiyetê ye- iftîxar dikim.

   Çar xal hene ku bi xwe re şik û guman anîne. Min ew bi zanetî û bo hinek hîkmetên veşartî, wisa kirine.

   A Pêşîn: Şiklê min ê xerîb e. Ez dixwazim ku bi van cil û bergên xwe yên muxalîf û dijber, îlan bikim ku ez ji mexsedên dinyayî, berê xwe ba didim û lêborîna xwe ya derbarê “rîayetnekirina adetên beldeyê” beyan dikim û hal û hereketên min, ne mîna yên xelqê ne û bi dil û devê xwe, wekî hev im û wihareng însaniyeta xwe ya fitrî rave dikim û ji miliyeta xwe hez dikim. Hem jî lazim e ku maneyeka xerîb, di nava lefzekî balkêş de be. Da ku balê bikişîne ser xwe. Hem jî, ji bo ku rewacê bidim senayiya herêmî, şîreteke fiîlî dikim. Hem jî nîşan didim ku di min de meyla nûjeniyê heye û îşaret dikim ku dê zeman nûjen bibe. Hem jî min bi Siltan Selîm re bîat kiriye.

   A Duduyan: Ew munazereya min a bi aliman re ye. Sebebê wê: Ez  hatim Îslambolê, min dît ku; medrese, bi qasî şaxên din teraqî nekirine. Sedemê wê jî ev e ku: wê qabiliyeta îstinbata meseleyê ku bi nêrîna li kitêbê pêk tê, xistine şûna melekeya ilmê û di navbera telebeyan de, munazereyan nakin û pirs û bersivdan, ji ber ku kêm e, hin hal û rewşên wekî dilsarî û kêmferasetî û teralî derketine holê. Bi awa û usûlên ilmên din ên derheqê kaînatê de ku mirov şaş û metel dihêlin;

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat