Kitaplar
Dersên Civakî

SERDEMA ZORDESTIYÊ Û SEÎDÊ KURDÎ

 

  (Maceraya min a bi doxtor re ku li tîmarxaneyê qewimî)

 

   Ey tebîb efendî! Ezê bêjim, tu guhdarî bike. Derbareyê dînbûna xwe de, ez dê delîlekî din jî, bidim destê te: Bersivdayina beriya pirsê! Bawer im dilê te dixwaze tu guh bidî gotinên dînekî entîke. Dixwazim ku muayena min bi awayê muhakemeyê bibe. Bila wijdana te jî, bibe hakem. Fizûlîtî ye ku meriv dersa tibê bide tebîb, lê xalên ku alîkariya teşxîsa nexweşiyê bikin, wezîfeya nexweş e. Hem jî, ji bo ku îstiqbal, we derewîn dernexe, bawer im tu yê luzumiya bi guhdariyê bibînî. Rind bala xwe bidin van her çar xalan:

   (Piştî wê, ev sûretê hin şîroveyê min in ku dîsa dema li tîmamarxaneyê bûm, min kiribûn.)

   A Pêşî: Ez li çiyayên Kurdistanê mezin bûme. Divê hûn hal û hereketên min ên hur û tund, bi mêzina Kurdistanê bikişînin; bi teraziya Stenbolê ya medenî newezinînin. Ku hûn wisa bikin, ew çax hûnê bendekî bikşînin navbera me û Stenbola ku kaniya seadeta me ye. Hem jî, lazim tê ku piraniya kurdan jî, sewqê tîmarxaneyê bin. Lewra, exlaqên ku li Kurdistanê herî zêde di rewacê de ne: cesaret, îzzeta nefsê, selabeta dînî û wekhevbûna dev û dil e. Ew tiştê ku di medeniyetê de, jê re dibêjin nezaket, li ba wan, şelafî û çaplûsî ye.

   A Duduyan: Hal û exlaqê min jî, wekî cil û bergên min, ne mîna yê xelqê ye. Lazime ku hûn, heq û rastiya rewşê çi be, wê bikin mîheng. Hin exlaqên xirab ên ku ketine rewaca dem û dewrana alemê û bûne urf û edetê dinyayê, nekin wekî pîvan. Ez wekî fîxan û fîzara mirin û temirînê nabêjim: “Çi ji min re, bila kesên din lê bifikirin”. Bîlakîs dibêjim ku: “Ez misilman im, ji hêla Îslamiyetê ve, ez ji aliyê manewî memûr im û mukellefê bi sedaqetê me. Ez dê qest û cehd bikim; da ku tiştekî ku ji gel û dîn û dewletê re kêrhatî ye, pêk bînim.”

   A Sisêyan: Gelek însanên ku li ser qabîliyeta zemanê xwe re bûne, hatine û derbas bûne. Xelqê, pêşî navê dîntiyê yan jî bêkêriyê li wan kirine, paşê gotine bi sêhr e yan jî newaze ye. Tezat û nakokiya di navbera xala ewil û duduyan de, îşaretê bi bal wê nakokiya ku di delîl û îddiayên wan zatên ku biryara dînîtiya min dane, dike.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat