XATIRXWESTINA JI STENBOLÊ
Hey gidî Stenbola mezin! Min wekhevî û biratiya li ba te, di dewra îstibdadê de, tenê li tîmarxaneyê û di dewra meşrûtiyetê de jî, tenê li hepisxaneyê dît.
Bi xatirê te ey pîrejina ku cil û bergên bûkan li xwe kiriye! Ez ji te bêzar bûm; tu wekî hingivê jehrîn î. Hetta wekî mirovekî hov î ku kincê medeniyan li xwe kiriye. Bi rûyê xwe, tu çi qas medenî yî; bi xûyê xwe jî, bi vê nîfaq û sefahet û xerezê, tu ewqas hov î. Tu eynî wekî dinyayê yî. Ez jî li hatina xwe ya dinyayê poşman bûm. Her ku te difikirim, peyva riyakariyê tê hişê min.
Ger ku medeniyet zemîneke wiha musaît be, ji tecawuzên heysiyetşikên re û ji îftirayên munafiqî re û ji fikra întiqamê ya bêînsaf re û ji fêlbaziyên şeytankarî re û ji bo hereketên laûbaliyaneyên di dîn de; bila her kes şahid be, ciyê ku jê re dibêjin koşk û seraya seadeta medeniyetê ku warê kîn û xereza wiha ku hêlîna mar û dûpişkan e, ez konên koçerî û hovîtiyên li çiyayên Kurdistanê yên bilind ku warê hurriyeta mutlaq e, tercîh dikim. Lewra ew hurriyet û fikra serbestiyeta kelamê û niyeta baş û dilê safî yê ku min li vê derê nedît, li çiyayên Kurdistanê, bi temamî hukimferma ne.
Bi awayê ku ez dizanim, kesên edîb, xwedî edeb in. Û rojname jî, bîr û baweriyan terbiye dikin û dersa edebê didin. Lê niha dibînim ku hin edîb, bêedeb in; hin rojname jî, dersdarê kîn û xezebê ne.
Eger edeb, wiha be û raya giştî, wiha tevlihev be, hûn şahid bin ku min dev ji wê berda û ez di nav wê de jî nînim. Û ez dê li ser çiyayên Kurdistanê yên bilind, yanî li serê Başîdê, cîsm û lewheyên alemê, ji dêl rojnameyan, mitale bikim.