Kitaplar
Dersên Civakî

de were xuyanê, cezayê wan kesên ku êrîşê wan bikin, çi ye? Dibe ku di rastiya xwe de mar û eşqiya îstîbdad be.

   Pirsa Sisêyan: Gelo yê zordest û mustebîd, şexsek bi tenê ye? Yan jî gelek şexs dibin zordest? Bi min divê qewet di qanûnê de be. Heke na, îstîbdad û zordarî, tê bir û beşkirin û belav dibe.

   Pirsa Çaran: Îdama mesûmekî yan efûya deh caniyan zêdetir bi zirar e?

   Pirsa Pêncan: Zor û zerpa maddî ya li ser ehlê meslek û fikir, ji ber ku xalîbiyetê pêk nayne, hê bi ser da jî nabe sebebê nîfaq û îftîraqê?

   Pirsa Şeşan: Ew yekbûna millet ku madena jiyana me ye, ji xeyrî refa îmtiyazan, wekî din ka bi çi çê dibe?

   Pirsa Heftan: Ku meriv musawat û wekhevbûnê, îhlal bike û xas û texsîsê hinekan bike û qanûnê, tenê di heqqê wan de bi temamî tetbîq bike; her çiqas zahiren edalet be jî, gelo di alîkî de, bi sebeb newekhevbûnê, nabe zulm û xerezkarî? Û him jî, pirê mehbûsên ku bi berat û serbestberdanê, ham û tam masûmbûna wan eşkere bûne û belkê ji sedî heyştêyê wan mesûm in, gelo di nuqta nezera piraniyê de ku ev hal hukumferma be, ma qey nabe kîn û xerez û fikra întiqamê? Ez ji Dîwanê Herbê re tiştekî nabêjim. Lê bila muxbîr li xwe bifikirin.

   Pirsa Heştan: Eger firqe û partiyek îmtiyazekî bide xwe û pirî her dem pêlî tamarê herî hessas ê her kesî bike û bi zorê herkesî wek muxalîfê meşrûtiyetê nîşan bide û her kes jî têkîlî wê maneya îstibdad û zordestiyê -ya wan a di bin wê meşrûtiyeta ku ji xwe re kirine perde- be û rexne bike, gelo sûc û qebahet yê kî ye?

   Pirsa Nehan: Gelo baxçewan ku deriyê baxçekî veke û ketina navê, serbest bike, paşê ku zayîet çêbe, qebahet yê kî ye?

   Pirsa Dehan: Serbestiyeta fikr û gotinê ku bête dayîn û paşê jî xwediyê wan fikr û axaftinan bêne muaxezekirin, gelo ev nabe pîlan, da ku vî milletê bêçare bavêje agir? Qey nayê xeyalê meriv ku ger awha nebûya jî, dê bi hin bahaneyên din, ew pîlan bihatana çêkirin û tetbîqkirin?

   Pirsa Yanzdehan: Her kes bi serê meşrûtiyetê sond dixwe. Hal ew hal e ku dema ew bi xwe muxalefetê maneya meşrûtiyetê bike, yan jî li hemberî muxalîfên wê sukût bike û deng neke, gelo kefareta sondê, lê nakeve? Û ma millet nabe derewker? Û ma raya giştî ku mesûm e, virrek û dîn û xeyrîmumeyyîz nayê hesibîn?

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat