navê Şerîetê ji teref Xwedê ve, ew erwahê xebîs û belavbûyî, vegerande bi bal qul û pûnê wan ve û wihareng sêzdeh esir şûnda, mucîzeyeke din jî nîşan da.
Û hem di vê înqilaba mezin a derbasbûyî de, dengê artêşê û ûlema ku digotin: “Meşrûtiyet, li gorî şerîetê ye”, wijdanên hemû ehlê Îslamê wekî manyetizmayê girtiye binê tesîra xwe. Wê înqilabê, qaîdeyên înqilabên tabiî xerab kir û wihareng tesîra şerîetê ya mucîzeyî nîşan da û dê her tim jî nîşan bide.
Ez îtirazê li esasê fikrên wan rojnameyên pazdehên dawiya Nîsanê dikim. Ew jî wiha ye: Îhtîmaleke wisa dane nîşandanê ku wê heysiyet û îtaeta eskeriya ku ji heyatê hezar qatî pîroztir û ewlatir e û heyat, her tim jê re tête fedakirinê, her wekî ku ji xwestekên nameşrû re têne fedakirin. Hal ku ev e, vê yekê li cem ehlê wijdanê, heta bibêjî bes xesîs û bêqîmet e.
Û hem wisa dane bawerkirin û nîşandanê ku wê roj û şemsa şerîetê ku hemû hal û heqîqet, bi wê re ne û navenda wê ve girêdayî ne, her wekî tabiyê seltenetê yan xîlafetê yan jî hin siyasetên din e û roja ronîdar, dûajo û tabiê cazîbeya stêrkeke tarî û mirî ye û wihareng e ketin rêyeke ne tu rê.
Ez bi hemû hêza xwe dibêjim ku: Teraqqî û pêşketina me, bes bi pêşketina Îslamiyeta ku mîlliyeta me ye û bi tecelliya heqîqetên şerîetê ye. Yan na, em dê bibin wekî wê meseleya: “Meşa xwe terikand û meşa yekî din jî hîn nebû”. Belê, lazim e ku em hem mutehassis û hestiyarê şan û şerefê bin, hem ê sewab û mukafata axiretê û hem ê cemiyetê û hem ê hemiyeta Îslamî û hem ê heziya welat û hem ê hubba dîn bin. Lewra ew tişt qat bi qat, bêtir muhkem e.
Ey gelî paşa û zabitan! Ez ji cînayetên xwe re, ceza û ji pirsên xwe re jî bersivan dixwazim. Û ji ber ku Îslamiyet, însaniyeta herî mezin e û şerîet jî, medeniyeta herî pak e, alema Îslamiyetê seza û hêja ye ku bibe bajarê fazilê Eflatûnî.
Pirsa Pêşîn: (Têbinî) Cezayê wan dilsafê ku bi rojnameyan xapiyane û meşrû zanibûne û li vir hatine xuyanê û bi edetî tevlî cereyana umûmî bûne, çi ye?
Pirsa Duduyan: Merivek ku bikeve dilqê marekî, yan jî weliyekî cilên eşqiya li xwe bike û yan jî meşrûtiyet di şiklê îstibdad û zordestiyê