Yê Pêşîn: Wê hereketê, ji sedî notê wê, li dijî zordestiya partiya Îttîhad û Teraqiyê bû.
Yê Duduyan: Ji bo veguherîna wezîran bû ku qada nîqaşa firqe û partiyan bû.
Yê Sisêyan: Niyet ew bû ku bibin maniê plana hilweşandina textê Sultanê maxlû (ji text ketî).
Yê Çaran: Dixwestin ku bibin manî ji telqînatên muxalifê hîssên eskerî û adabên dîndarane re.
Yê Pêncan: Dixwestin ku qatilê Hesen Fêmî Beg ku pir dihate mezinkirin, derxînin holê.
Yê Şeşan: Dixwestin ku ew kesên ji qadroyê hatibûn avêtin û zabîtên alayê, mexdûr nebin.
Yê Heftan: Dixwestin ku hurriyet şamilê sefahetê nebe û bi adabê şerîetê ve, were sînorkirinê û tenê îcraya heddê qisasê û destjêkirinê ku ewam wan siyaseta şerîetê dizanin, pêk bê.
Lêbelê zemîn lîl û avzêlk bû û daf û dafik û plan hatibûn danîn. Îtaeta eskerî ku herî muqeddes bû, hate fedakirin. Esl û esasê vê bûyerê, nîqaşa partî û firqeyan a bi alîgir û xerezkarî bû û kêşmekêşiya rojnameyan bû ku di dêl belaxatê de, bi awayekî îfratkarî û mubalexî û derewkarî, weşangerî dikirin. Di wan her heft daxwazan de -çawa ku heft reng bi lez bên bakirin, tenê rengê sipî tê xuyanê- di wan de jî, tenê şewq û şemala şerîeta şîrîn û spî, çilwilî. Lewra pêşî li xerabiyan girt.
Û hem dema ku her heft muqaddîme bên fikirîn, di her yekî de, dê mucîzeyeke navê şerîeta mubarek, bê xuyanê. Rojnameyan heft heşt meh bû ku weşanên hîsî û bi heyecan dikirin. Û partiyan jî, ji cemiyetan re fedayî dinivîsîn. Wan zewatê ku înqilab çêkiribûn jî, tehekum û zordestî dikirin. Û hurriyeta mutlaq û bêsînor a ku ji îtaeta eskerî re zirar e, sîrayetê xelqê kiribû. Û ji aliyê hin bêdîqqetan ve, telqîn û teşwîqa hin tiştên ku wekî “muxalîfê dîn” zen dikirin, li xelqê dihate kirin. Û piştî ku îtaet xerab bû, mustebîdan, zordestan, paşverûyan, yên ku di dîn de hessas û di muhakema aqlî de kêm in, bi zenna qenciyê, di wî erdê avzêlk û hezek de, dest bi çandin û reşandina toxim kirin. Û îdareya dewletê jî, ketibû destê xelqê ewam. Û nêzîkî milyonek fîşeng hatin teqandin. Û ji ber ku mîhrakên daxîlî û xarîcî jî tillî lê dabûn û li her derê, rewşa anarşîstiyê derketibû holê. Lewma wihareng, tevî ku îstidada tabîiya vê hedîseyê, herc û merc û mudaxeleya biyaniyan bû,