menaya meşrûtiyetê, dê li ser heqq û rastiyê û muhebbet û wekheviyê, berdewam be. Heyf û mixabin, ez vê îxtarê bi kemala telaş û teessufê didim we ku: Mesela alimekî esebî ku sifetên wî yên ilmê, digel ku wî ji fesadî û xerabiyê mani kirine jî, dema qal û behsa wan fesadî û xirabiyên ku ji sifetên wî yên esebî dertên holê, meriv daîma alimtiya wî, yad bike û bi sifetên wî yên ilmê de bikeve, çawa ku îma û îşaret e ji dijberî û neyartiya ji ilmê re. Her wisa jî navê muqeddes ê şerîetapak û paqij û Îttihada Muhemmedî digel ku wan toximên xerab ên ku firqe û partiyan bi xereza şexsî û xilafê şerîetê, reşandin, mîlyonek fîşeng avêtine hewa û hemû asayiş û siyaset û îdare, kete destê xelqê ewam û anarşîstiyê mîna ku her der îstila kiribû, tevî ku ew ba û bahoza dijwar, bi mucîzeya şerîetê, xefîf û sivik derbas bûye, wan navên mubarek tevî ku wê fesada dijwar, ji hezar dereceyî, daxistiye yekî, ku her dem ew nav ji xwediyê xirabî û xerezan re wekî bahane û sîper bête nişandan, ew çax dibe êrîş, li xaleke gelek mezin û xeternak, hetta dibe qest û dijberî, li uqde û girêya heyatê. Û ji dehşeta viya, her wijdaneke selîm dişewite û daxdarê kul û xemê dibe. Ew kesê îhtîmal bide ku sitêrka Sureyya bibe sivnik û bi pufkirinê roj bitefe, belahet û bêhişiya xwe îlan dike.
Mesela, heke teraziyek hebe û bikaribe çiyayê Agirî û Sîpanê bikşîne û milyaketê li asîman (li sitêrka Zuhalê) jî, çeml û çimê wê bigre, gava ku dirhemekê li Çiyayê Agiriyê zêde be, dê Çiyayê Sîpanê derkeve asîman û Çiyayê Agirî dakeve erdê. Kesê famkor dema vê rewşê bibîne, dê giranî û rûmetê bi tamamî ji wê dirhemê bizanibe. Belê heysiyeta eskerî û hemiyeta Îslamî, wekî wan çiyayên mezin in. Qîmata sebebên xarîcî, qasî dirhemekê ye. Ku meriv wan sebeban, wekî esl û esas bigre, vê yekê, nezanîn û daxistina qîmeta însaniyet û Îslamiyetê ye.
Ez dê xatirê heqqê neşikênim; heqîqetê bibêjim. Lewra xatirê heq û heqîqetê, mezin e. Û ji tu xatirî re nabe feda. Xatirê kî dişkê bila bişkê. Tenê bila heq sax be. Wiha ku:
Ew bahoz û birûsk û ew bagera dijwar ku jê re Bûyera 31ê Adarê tê gotin, bi saya gelek sedeman, rewşeke tabi‘î ya wisa derxiste holê ku her çi qas encama wê herc û merc bû jî, ji teref Xwedê ve, ismê şerîetê ku wê her tim mucîze nîşan dane, hat ser zimanê ehlê qiyamê. Ji ber ku wê ba û bagerê pir bi sivikayî da derbaskirin, hemû rojnameyên piştî pazdehê nîsanê, indellah mehkûm dike. Lewra gava ev her heft mesele û her heft halên ku bûne sedemê wê hadîseyê, bêne mutalekirin, dê heqîqet eşkere bibe. Û ew jî, ev in: