Kitaplar
Dersên Civakî

   Va ye, silha umûmî, efûya giştî, ref û defa îmtiyazan lazim e. Da ku hinek bi sebeb hin îmtiyazan, li yên dinan, bi nezera heşerat nenêrin û nîfaq dernexin. Bila fexir neyê hesêb, ez dibêjim ku: Em kurd in, tên xapandinê; lê naxapînin. Ji bo heyatekê, em tenezzulê derewan nakin. Lewra em dizanin ku

إِنَّمَا الْحِيلَةُ فِي تَرْكِ الْحِيَلِ

Lêbelê ji bo ku min bi maneya meşrûtiyeta heqîqî re ehd û peyman kiriye ku îstibdad di çi dilqî de dibe bila bibe, dixwazî bila cilên meşrûtiyetê wergire û navê wê li xwe bike, gava lê rast werim, ez dê bidime ber şîmaqan. Li gorî fikra min, neyarên Meşrûtiyetê, ew kes in ku meşrûtiyetê wekî xeddar û nerind û muxalîfê şerîetê didin nîşandanê û wihareng dijminên meşweretê zêde dikin. Bi guherîna navan, heqîqet naguhere. Ji ber ku xetaya herî mezin ew e ku însan xwe bêxeta bizane, ez xetayê xwe îtiraf dikim ku: Bêyî ku ez şîretên xelqê qebûl bikim, min xwest ku şîretên xwe bi xelqê bidim qebûlkirinê. Ji ber ku hîn min nefsa xwe îrşad nekiribû, min xwe li îrşada xelqê girêda, min tesîra emrê bilmerûfê şikand û ji qîmetê xist. Hem jî bi tecrubeyê sabit e ku: Ceza, encama qusûrekê ye. Lêbelê carinan dibe ku ew qusûr jê çê nebûbe, lê di bin sûretê hin qusûrên wî yên din de, xwe nîşan dide. Ew mirov tevî ku mesum e jî, dîsa musteheqê cezayê dibe. Xwedê Teala wê musîbetê bi ser da tîne, edalet dike. Lê hakim ceza dide, zulim dike.

   Ey gelî rêvebir û ûlûlemîran! Heysiyeteke min hebû, min dê bi wê heysiyeta xwe, ji milletê xwe re xizmet bikira. We ew şikand. Şuhreteke min a derewîn hebû; min bi wê, şîretên xwe bi ewaman dida guhdarîkirin û qebûlkirinê; memnûn im ku we ew rakir. Niha heyateke min a zeîf a ku jê bêzar bûme, heye. Ez qehir bim, eger ji îdamê bidim paş û jê texsîr bikim. Ez namerd bim ku bi kêf û ken neçim mirinê. Mehkûmiyeta min a sûretî, dê mehkûmiyeta we ya wicdanî derxîne holê. Vê rewşê, ji bo min, ne ziyan e. Bîlakîs şan û şanazî ye. Lê belê we zirar da milletê. Lewra we tesîra nesîhetên min şikand.

   Ya Duduyan: Ji bo we zirar e. Lewra di destê neyarên we de dibim delîlekî eyan û eseh. Min li mîhengê bixin. Gelo wan kesên ku hûn ji wan re dibêjin firqeya xalis, wekî min, wiha li kevirê mîhengê bikevin, çend hebê ji wan, dê saxlem derkevin? Ger Meşrûtiyet îbaretê ji îstibdad û zordestiya şubeyekî be û tenê navê wê şubeyê be û hereketekî xîlafê şerîetê be, 

فَالْيَشْهَدِ الثَّقَلَنِ أَنِّي مُرْتَجِعٌ

   Lewra, yekbûna bi derewan re,derew e. Û ew navê meşrûtiyetê ku li ser xerabiyê ava bûye, xerab e. Û

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat