Kitaplar
Dersên Civakî

   NÎV CÎNAYET: Wiha ye ku: Bi wê fikra ku xala xîlafetê ji dest neçe ku navend û rabite ye ji bo daîreya Îslamê û bi wê zenna ku Sultanê berê li kêmasiyên xwe yên berê varqiliye û poşman bûye û hatiye wê sewiyeyê ku guh bide şîretan û wê bi melheza ku “rêya herî baş, silh e”, ez ji ber ku wê rewşa xirab a ku niha bûye kaniya toximê xerez û înfîalan, bi awayê herî baş difikirim, min bi rêya rojnameyan, ji siltanê bere rê wiha got ku:

   “Vê Yildiza bêyom, bike Zanîngeh. Da ku bila bi qasî sitêrka Sureyya bilind bibe. Di şûna zebaniyên berê de, milyaketên rehmetê bi cî bike. Da ku bibe wekî cennetê. Û wê serweta milletê ya di Qesra Yildizê de ye, ji bo tedawiya cehaleta ku nexweşiya sereke ya vî milletî ye, îadeyê milletê bike. Û îtimadê bi muhabbet û murweta milletê bike. Lewra millet, kefîlê îdareya te ye. Piştî vî umrê hanê, lazim e ku meriv li axireta xwe bifikire. Hîn ku dinyayê terka te nekiriye, tu terka dinyayê bike. Zikata umir, di riya umrê din de xerc bike.”

   Niha em bidin ber hev: Yildiz, ku bibe ciyê lîstikê, baş e, yan Zanîngeh? Tê de seyyah bigerin baş e, yan alim dersê bidin? Hatibe xesibkirin, an bête hîbekirin, kîjan baş e? Kesên xwedî însaf, bila hukmê bidin. Ez ku geda me, min şîret li padîşah kir. Nexwe min nîv cinayet kir. Wexta gotina nîvê din ê cînayetê, hîn nehatiye.

   Çi heyf! Ew meşrûtiyeta ku membaya seadeta me ye û perwerdehiya nûjen a ku kaniya heyata me ye û tevî ku millet pir zêde tî û muştaqê wê ye, di vê bûyerê de, wan kesên îfratkar, xerez tevlî meşrûtiyetê kirin û rewşenbîran jî, bi hereketên xwe yên laûbalî, mixabin li hemberî eleqedariya millet, bûn sûr û asteng. Ên ku vê seddê danîne, bila rakin. Li ser navê welat, tê ricakirin.

   Gelî paşa û zabitan! Şahidên van yazdeh û nîv cînayetan, bi hezaran meriv hene. Ji hinekên wan re, belkî nîvê Stenbolê şahid e. Ez çawa ku razî me ji cezayê van yazdeh û nîv cînayetên xwe re; her wisa ji bo yazdeh û nîv pirsên xwe jî, bersivê dixwazim. Va ye di bedelê van xirabiyên min de, qenciyeke min jî heye. Ezê bêjim:

   Min muxalefeta şaxa îstixbaratê ya vê derê kir ku nav meşrûtiyet e, bi mena xwe îstibdad û zordarî ye û wî navê Îttihad û Teraqqiyê jî, lekedar kiriye (Têbinî)  û şewqa her kesî şikandiye û kêfa wan biriye û hissa xerez û alîgiriyê hişyar kiriye û bûye sedemê teşkîla cemiyeta ewaman ku sebebê tefrîqayê ne. Her kes, fikrekî wî heye. Ez jî azad im. Ji bo silametiya milletê, fikrekî min heye:

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat