Kitaplar
Dersên Civakî

û wisa teswîr dikirin. Ji alîyekî ve ez kêfxweş bûm. Lewra meqseda min a herî muqeddes ev e ku şerîet, bi hemû ehkamê xwe, bête îcra û tetbîqkirin. Lêbelê ji bo ku xelel ketibû îtaeta eskerî, ez gelek xemgîn û bêhêvî bûm. Min bi rêya hemû rojnameyan xîtabê eskeran kir û weşand ku:

   “Ey Gelî Eskeran! Eger zabit û serokên we, bi gunehekî, li nefsa xwe zulim bikin, hûn jî bi vê bêîtaetiya xwe, li sî mîlyon Osmanî û sê sed milyon efradê Îslamê zulimê dikin. Hûn dikevin heqê her yekê û zulimê li wan dikin. Lewra heysiyet û seadeta Osmaniyan û hemû milletên Îslamê û ala wî ya tewhîdê, girêdayî bi îtaeta we ye. Û hem jî hûn dibêjin ku em şerîetê dixwazin. Lêbelê hûn bi vê bêîtaetiya xwe, bi şiddet muxalefeta şerîetê dikin.”

   Min hereket û şecaeta wan teqdîr kir. Lewra rojnameyên ku tercûmanên raya giştî yên derewîn in, hereketa wan, wekî hereketeke meşrû nîşan dabûn. Min jî bi saya vê teqdîrê, şîretên xwe, heta qasekî bi wan da qebûlkirinê. Heke ku wisa nebûya, bi vî awayî hêsan nedibû.

   Ez ku min bilfiîl tîmarxane ziyaret kiriye. Çima min negotiye: “ Çi karê min pê ketiye. Bila kesê bi aqil bifikirin”, kifş e ku min cinayet kiriye.

   CÎNAYETA DEHAN: Roja Înê tevî hinek ûlema em çûn Nezareta Herbiyeyê, nava eskeran. Bi hin gotin û weazên gelek bi tesîr, min esker anî îtaetê. Bandora van şîretên min, paşê nîşan dan. Sûretê wan gotinan ev e:

   “Ey Gelî eskerên muwahhîd! Namûs û hisyet û seadet û ala tewhîdê ya sî milyon Osmanî û sê sed milyon misilmanî, girêdayî bi îteata we ye. Ger zabitekî we, bi sebeb gunehekî, zulimê li nefsa xwe bike, hûn jî bi vê bêîtaetiya xwe, zulimê li sê sed milyon misilmanan dikin. Lewra bi sedem vê bêîtaetiyê, hûn rewşa alema Îslamê davêjin tehlîkeyê. Baş bizanin ku: Rewşa eskeriyê, wekî rewşa fabrîqeyekî mezin û muntezem e. Dema ku çerxek bêîtaetiyê bike, hemû fabrîqe tevlihev dibe. Pêwist e ku esker têkilî siyasetê nebe. Rewşa Yenîçeriyan ji vê yekê re şahid e. Hûn dibêjin ku em şerîetê dixwazin. Hal ev e ku hûn muxalefeta şerîetê dikin û wê lekedar dikin. Hem bi şerîet û Qur’an û Hedîs û Hîkmet û tecrûbe sabît e ku ji ûlû’l emir re îtaet ferz e. Ûlû’l emirên we, serbazên we ne ku mamosteyên we ne. Çawa ku muhendisê mahîr û dixtorê pispor, gunehkar bin jî, zirar nade tip û muhendisiya wan. Her wiha jî, wan zabitên we yên ehlê mektebê ku rewşenbîr û aşînayê fennê herbê ne -her yekî wan bedelê bi hezaran in- ji bo hereketekî wan

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat