Kitaplar
Dersên Civakî

cemiyeta eskeran e ku hemû esker, ji neferan bigre, heta sereskeran, tev daxîl in. Lewra yekîtî û biratî û muhebbet û î’layê kelîmetullah, di dinyayê de meqsedên cemiyeta herî muqeddes in. Hemû esker, mezherê wan in. Esker, wekî navend e. Lazim e ku millet û cemiyet, întisabê wê bikin. Hemû cemiyetên din, ji bo ku millet -wekî eskeran- bikin mezherê hezkirin û biratiyê, hatine damezrandin. Lê belê îttihada Muhammedî ku şamilê hemû mumînan e, ne cemiyet û firqe ye. Navenda wê û seffa wê ya pêşîn, ji xazî û şehîdan, ji alim û salihan pêk tê. Qet tu ferdek -çi zabit û çi nefer- jê xariç nîne, da ku îcaba întisabê bike. Lêbelê hin cemiyetên xêrê, dibe ku ji xwe re bibêjin   “Îttihada Muhemmedî”. Ez têkilî wan nabim.

Ez ku telebeyekî ji rêzê me. Min bi vî awayî wezîfeyên alimên mezin xesib kir. Nexwe min cinayet kir.

   CÎNAYETA NEHAN: Min hedîseya di roja 31ê Adarê de, du sê deqqe ji dûr ve temaşe kir. Min gelek daxwaz seh kirin. Feqet çawa ku heft rengê rojê bi lez bê fetilandinê, tenê rengê sipî xuya dike, her wisa min jî dît ku ji wan xwestekan, lefzê şerîetê bi tenê xuya kir ku zirara wan daxwazan, ji hezarî anî yekê û xelqê ewam jî, ji anarşîtiyê xilas kir. Siyaset û îdareya umûmî ya ku ketibû destê xelqê, bi awayekî mucîzewarî parast. Min fêm kir ku rewş xirab e, îtaet nema ye, şîret bêfeyde ye. Heke ku wisa nebûya, minê dîsa ji bo temirandina wî agirî, teşebbus bikira. Lêbelê xelqê ewam pir bûn û kurdên me, xafil û safdil bûn. Û ez jî, bi şuhreteke derewîn, dihatim naskirinê. Piştî sê deqîqeyan, min pişta xwe da wan û ez çûm Makrîkoyê 1 . Da ku kesên min nas dikin, bila tevlê nebin. Kesên ku rastî min hatin jî, min li wan tembîh û tawsiye kir ku tevlê nebinê. Ger misqalê zerre ez tevlê vê hereketê bûma- ji xwe cilê min, ez eyan dikirim, şuhretê jî, ez mezin nîşan didam di vî karî de, ez dê gelek mezin bixuyama. Bi tena serê xwe bûma jî, ez dê heta Ayastefanosê biçûma pêşiya wan û min dê îspata wucûda xwe bikira. Ez dê bi mêranî bimirama. Wê hingê, dê dexla min, eyan û beyan bûya, îcaba lêpirsînê nedikir.

   Di roja duduyan de, min pirsa îtaeta eskeriya ku uqdeya heyata me ye, kir. Ji min re gotin ku: “Zabitên eskerî cilên eskerî li xwe kirine û îtaeta wan zêde xerab nebûye.” Û dîsa min pirs kir ku: “Çend zabit hatine kuştinê?” Wan ez xapandim û gotin: “Çar zabit tenê. Ew jî, mustebîd û zalim bûne. Hem jî dê adab û hukimên şerîetê bêne îcrakirin.” Min jî, li rojnameyan nihêrt, wan jî vê hereketê meşrû didîtin

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat