Kitaplar
Dersên Civakî

wê heyecanê daxist û teskîn kir. Xulase: di civîna telebeyan a Beyazidê de û di mewlûda Ayasofyayê de û li Tiyatroya Ferahê, min xwe pê re gîhand. Heta qasekî, min wê heyecanê, da sekinandinê.

Ez ku merivekî gundî me, digel ku haya min ji entrîkayên bajarî û medeniyan hebû, dîsa jî têkilê karê wan bûm. Nexwe min cinayet kir!

   CÎNAYETA HEFTAN: Min seh kiribû bi navê Îttihada Muhemmedî cemiyetek hatiye avakirin. Ez gelek tirsiyam ku di bin wî navê mubarek de, hin hereketên şaş, ji hinekan çê bibin. Peyre min seh kir ku wî navê mubarek hin zewatê mubarek ên wekî Sehîl Paşa û Şêx Sadiq, basit û sirf ji bo îttibaya sunnetê seniye û îbadetê bi kar anîne. Û wan eleqeya xwe ji wê cemiyetê birîne. Gotine ku em tevî siyasetê nabin. Dîsa ez tirsiyam, min got ew nav, heqqê temamê ummetê ye. Nabe ku mirov texsîs û bi sînor bike. Ez bi xwe çawa di alîyekî de mensûbê heft cemiyetên dîndar im. Lewra min xaye û meqseda hemûyan, yek dît. Wekî wan, min întisabê wî navê mubarek jî kir. Lê bes, bi wî awayê ku ez dizanim û min terîf kiriye. Belê min vê terîfa xwe di rojnameyan de weşandiye. Ew Îttîhada Muhemmedî ya ku ez dizanim û min terîf kiriye û ez daxil bûm, ev e ku:

   Daîreyeke nûranî ku rojhilat û rojava, başûr û bakur tev girtiye û wan bi hev ve girêdaye. Jimara kesê ku di vî zemanî de daxil bûne û qebûl kirine jî, ji sêsed mîlyonî zêdetir in. Û cîhet û wehdet û îrtibata wê ittihadê, tewhîda îlahî ye. Ehd û Peymana wê, îman û bawerî ye. Û muntesîbên wê jî, mumîn in ku ji qal û bela de, daxîl in. Û deftera navê wan jî, lewheya Mehfûz e. Û naşirê efkara wê îttihadê, hemû kitêbên Îslamî ne. Rojnameyên wan ên rojane jî, wan xezeteyên dînî ne ku îlanabkelîmetullahê ji xwe re kirine meqsed û xaye. Qulûb û saziyên wan jî, mizgeft û medrese û zaviye ne. Navenda wan jî, Heremeynê Şerîfeyn e. Serwerê vê cemiyeta wiha jî, Fexrê Alem Eleyhîsselat û Wesselam e. Meslegên wan jî, her kesê, bi nefsa xwe re, cîhada ekber/mezintir bike. Yanî bi exlaqê Ehmedî bixemile û bi pêkanîna sunneta seniye û digel hezî û hubba yên dinan – ger ku zirar nede- nesîhet.

   Nîzamnameya vê îttîhadê, sunneta nebewî ye. Û qanûnnameya wê, emr û nehyên şer‘î ne. Û şûrên wê jî, burhanên qet‘î ne. Lewra, xelebeya li hemberî medeniyan, bi îqnayê ye; ne bi zorê ye. Gera li heqîqetê, lazim e ku bi hub û hezî be. Lê dijminî, ji teessûb û wehşêtê re bû. Ji xwe medeniyetê, ew dane ber şîmaqan. Amanc û xaya wan jî, î’layê kelîmetullah e.

   Şerîet jî, ji sedî nod û nehê wê, derheqê exlaq û îbadet û fezîletan de ye.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat