derxînim, ji her kesî bêtir min li ser hesabê şerîetê, ji meşrûtiyetê re li çepikan dida. Lêbelê ez tirsiyam ku îstibdad û zordariyeke din, dîsa wê zenna wan tesdîq bike. Di Mizgefta Ayasofyayê de, heta quwweta min hebû, min bi xîtaba ji mebûsan re, feryad kir û min got ku:
Meşrûtiyetê bi navê meşrûiyetê bizanin û bidin nasînê. Da ku îstibdad û zordarî, bi destê xwe yên gemarî, wê meşrûtiyeta mubarek neke perde ji xerezên xwe re û lekedar neke. Hurriyet û azadiyê, bi adaba şerîetê ve sînor û qeyd bikin. Lewra kesên cahil û nezan û ewam, eger bi awayekî bêsînor hur û azad bimînin, dibin sefîh û serkêş û bêîtaet. Bila di nimêja edaletê de, berê qiblê li çar mezheban be. Da ku ew nimêj qebûl bibe. Lewra min dewa kir ku meriv dikare heqîqetên meşrûtiyetê, bi eyan û beyan û bi zimnen û îznen ji her çar mezheban derxîne.
Ez ku kurdekî ji rêzê me, wezîfeyeke ku li ser aliman ferzuleyn e, min da ser milê xwe, nexwe min cinayet kir.
CÎNAYETA PÊNCAN: Rojnameyan, bi hêla du qiyasên batil ve bi weşanên heysiyetşikên, exlaqê Îslamê xerab kirine û fikriyata umûmî perişan kirine. Min jî, bersiva wan da; hin maqale di rojname û belavokan de neşir kir û min got ku:
Ey gelî Rojnemevanan! Merivên edîp, lazim e bi edeb bin. Hem jî lazim e ku bi edeba Îslamê, muteeddîb bin. Û lazim e ku gotinên wî, ji qelbê giştî yê muşterekê millet, bêalîgirî derkeve. Û lazim e ku nîzamnameya çapemeniyê jî, hîssa dînî û niyeta xalis a di wijdana we de ye, tenzîm bike. Halê we bi du qiyasên xapînok ve yanî hûn, wilayetan bi Stenbolê qiyas dikin û Stenbolê jî bi Awrûpayê qiyas dikin û wihareng we raya giştî, kire lîl û hezekê. Û we xerezên şexsî û fikra întiqamê, hişyar kir. Lewra dersa felsefeyê, li zarok nayête dayinê. Û cilên jinan li mêran nayên. Û nabe ku hest û hîssiyata Ewrûpayê, tetbîqê Stenbolê bibe. Cudahiya qewm û milletan û cihêrengiya cî û waran, wekî curbecuriya dem û dewranan e. Kincên yekî, li bejn û bala yekî din nakin. Nexwe şoreşa mezin a Fransayê, nabe ku bi temamî bibe dustûra hereketê, ji bo me. Xeta û xeletî, ji tetbîqa nezeriyatê û ji nefîkirîna muqtaziyê hal, derdikeve holê.
Ez ku kurdekî ummî û gundî me, çima min li hin nivîskarên wiha xapînok û demogog şîret kirin. Kifş e ku min cinayet kiriye!
CÎNAYETA ŞEŞAN: Min di civînên mezin de, bi çend caran, heyecaneke mezin hîss kir û ez tirsiyam ku xelq tevlî siyasetê bibe û asayîşê xerab bike. Bi hin gotinên ku layiqê telebeyekî kurd bûn, min