Her çi qas Silêman ê ku li ser textê medeniyetê rûniştiye û jê re dibêjin raya giştî, hêjayî pêçiya (Têbinî) meşrûtiyetê ye; lê îstibdada îfrît, ew xesp kiribû.
Kîjan nutûqê ku min gotibe jî, dîsa min gotiye ku îtîraz û rexneyê we ji kîjan kelîmeya wê re hebe, ez bi delîlên qetî ji îspata wî re amade me. Û min îddîa kir û got ku xwediyê heqîqî û eslî yê şerîetê, heqîqeta meşrûtiyetê ye. Nexwe min meşrûtiyetê bi delîlên şer’î qebûl kir. Wekî hin bêqeraran, bi teqlîdî û wekî xîlafê şerîetê, qebûl nekir. Û ji ber ku min şerîetê û ûlema ji zennên xirab ên Ewrûpayê, li gora quwweta xwe, xwest ku xilas bikim, lewma min cînayet kir.
CÎNAYETA SISÊYAN: Nêzî bîst hezar kurdên li Sitenbolê, ji ber ku hemmal û xafil û safdil bûn, ez tirsiyam ku yên zalim û mustebid, wan bixapînin û qewmê kurd lekedar bikin. Ez li hemû ciyên kurdan û li qehweyên wan geriyam û sala par min meşrûtiyetê bi zimanekî ku fêm bikin, ji wan re got. Wiha ku: Îstibdad, zulm û zordestî ye. Û meşrûtiyet jî, edalet û şerîet e. Padîşah jî, heta ku ji emrê pêxember re îtaetê bike û li dû here, xelîfe ye. Û em dê jî jê re îtaetê bikin. Eger na, yên zulimkar ku padîşah be jî, heydûd e.
Dijminên me, nezanî, xizanî û îxtilaf e. Em dê li hemberî van her sê neyaran, cîhad bikin. Bi sîlehên sen‘et û merîfetê. Lêbelê em dê bi cîranên xwe yên ermen re -ku me hişyar dikin û me sewqê pêşketinê dikin- bi dil û can bibin dost û destê hev bigrin. (Têbinî) Lewra di dijminatî û xusûmetê de, xirabî heye. Ji dijminatiyê re, wexta me tuneye. Em ê têkilî karê hikûmatê nebin. Lewra em, hîkmeta û niyeta hikûmatê nizanin.”
Boyqotaja hemmalan a li hemberî Awistirya wekî ya min a li hemû Ewrûpayê û hereketên wan ên aqilî yên di zemanên herî muşewweş û tevlihev de, bi saya vê tembîh û nesîhetê bû. Ji ber ku min îrtîbata wan a bi padîşah re, sererast kir û bi boykotaja li hemberî Awistiryayê, bûme sedemê destpêka şerê îqtisadî, nexwe vêca min cînayet kir.
CÎNAYETA ÇARAN: Ji ber ku Ewrûpa bi sedem teessûb û cehaletê -haşa û kella- wisa zen dikirin ku şerîet, ji îstibdadê re musaît e. Lewma ez gellekî xemgîn û dilêş bûm. Ji bo ku ez wê zenna wan derewker