Kitaplar
Dersên Civakî

Lewra şehîdê din, nîvê mukafatê xwe, li dinyayê bi nav û şuhretê re diguherîne. Eger ez di hepsê de bimînim, hukumeteke wiha xeddar ku hurriyeta wê ji lefzê îbaret e, cîhê ku meriv tê de herî rihet e, dîsa hepisxane ye. Mirina bi awayekî mezlûmî, çêtir e ji jiyana zalimkarî.

   Ez vê jî bibêjim ku hin kesên sûcdar ji bo ku qebehetên xwe biveşêrin û hin merivên gunehkar ji bo ku xetayên xwe bincil bikin, hevalên xwe îxbar dikin û dest bi mudahene û şelaqiyan dikin. Û xefiyên niha, ji yên berê xirabtir in. Ji sedeqeta wan re, çawa îtimad tête kirin? Û edalet, çawa li ser gotinên wan tê avakirin? Û hem jî dema ku însan bixwaze bi cerbezeyê edaletê bike, dikeve zulmê. Lewra însan bêqusûr nabe. Lêbelê wan qusûrên ku di zemanekî dirêj de û di nav gelek kesan de û bi tevlêbûna qenciyan hatine tedîl û sererastkirin, bi cerbezeyê, wan kom dike û tewehhum dike ku ew qusûr di yek zemanekî de, ji şexsekî çêbûne û wan musteheqê cezayekî dijwar dibîne. Hal ev hal e ku ev zulmeke dijwar e. Îcar niha em werin ser mijara yazdeh û nîv cînayetên min. (Hişyarî)   

   CÎNAYETA YEKÊ: Sala parîn, di destpêka huriyetê de, bi wasiteya serokwezîriyê, min pêncî-şêst telgraf ji hemû eşîrên kurdan re şandibû û meala wan jî ev bû:

   “Ew tiştê ku we, wekî “meşrûtiyet” û “qanûna esasî” seh kiriye, ji edalet û meşwereta şer’î îbaret e. Bi çavê başiyê, lê binêrin. Lê miqate bin û biparêzin. Lewra seadeta dinyaya me, di meşrûtiyetê de ye. Lewra ji herkesî zêdetir, me ji zordestî û îstibdadê, zirar dîtiye.”

   Bersivên van telgrafan, ji her aliyî ve bi awayekî musbet û baş vegeriyan. Nexwe min tembîh û tewsiye li kurdan kir û ew xafil nehiştin da ku zordestî û îstîbdad ji xefleta wan îstifade neke. Ji ber ku min negot, “ji min re çi!”, qey kifş e ku min cînayet kiriye.

   CÎNAYETA DUDUYAN: Min li Mizgefta Ayasofya û Fatih û Beyazid û Silêmaniyeyê, bi gelek nutûq û xîtaban, bangî temamê telebe û ûlema kiriye û min munasebeta navbera şerîet û meşrûtiyetê, ji wan re şerh û şîrove kiriye ku di nava şerîet û îstibdadê de, tu munasebetek tuneye. Bi vî rengî: Şerîet hatiye alemê, da ku şikl û şemalê îstîbdad û zordestiyê ji holê rake. Eger wan temessul bikira, îstibdad dê wekî dêwekî dirrinde û meşrûtiyet wekî Silêman û şerîet jî biketa sûretê xatema Silêman. Yê ku xwediyê xasiyeta tesxîrê bû, xatema şerîetê ye.

                                         

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat