(Ev sûretê wê nutûqê ye ku Bedîuzzemanê Kurdî, roja sisêyan 1 a îlana Hurriyetê, ji tafilqeda ve kiriye û peyre jî, li Selanîkê, li Meydana Hurriyetê, wî bi xwe ev dubare kiriye.)
Meyweya Çiyê Tehl be jî Derman e, Lêbelê Gibirandina Wê Giran e
Beyana Lêborînê: Ji ber ku ceribîna pêşî, nivîsandina pêşî, nutûqa pêşî ye, normal e ku kêm û sergirtî be. Heke hûn li min negrin, spas dikim. Îca gava hûn li min bigrin, mazereta we heye [ez nikarim li qusûra we binhêrim] Çimkî azadî heye. Şêwaza beyana min jî, mîna vî kincê min ê ku di dirûvê postê pilingê de ye; dijberê vê modeya vî zemanî ye. Ka ez bi terzîtiya eleturka nizanim ku kincekî xweş li van wateyan bikim û bişkokan pê ve deynim. Tika dikim, xanexeyala xwe, ji nutûqa min re qedexe nekin; da ku bikevê. Hûn jî mîna min, di hêla xeyalê de jî, derî vekin; da ku bikeve dilan. Çimkî îş û karê wan, bi hemiyet, diyanet û xîreta we heye; ew dê bi wan re muzakere bikin û dê ji quncikên tarî yên dil, roniyan pêxin.