(Ew gotinên min ên ku ji vir pê ve tên, di Nezareta Herbiyeyê de hatine coş û kelecanê û feweran kirine. Di demên cuda de, ji sisêyan duyê wê nutqê, wekî bersiva hin pirsên muqedder in ku di Dîwana Herba Duduyan de min bi carekê ve gotibû. Û beşê pirsan jî du roj piştî texliyeya xwe, min carekê ji Xurşîd Paşayê Reîsê Dîwana Yekan re û hinekên dinê re; gelek caran jî ji bo mudafaya wan mehpûsên mesûm, gotibû. Û perçeyeke wî jî, min bi awayê munaqeşeyê, li hin ciyên dinê gotibû.)
Di serî de çawa ku ji her kesî dihate pirsîn, ji min jî pirsîn:
- Te jî şerîet xwestiye?
Min got:
- Ji bo yek heqîqeteke şerîetê, hezar ruhê min hebin, ji fedaya wan re ez amade me. Lewra şerîet, sebebê saadetê ye û edalet bi xwe ye û fezîlet e. Lêbelê ne wekî xwestina wan îhtîlalkaran.
Hem gotin:
- Tu di nav Îttîhada Muhemmedî de yî?
Min got:
- Bi dil û can û bi kêfxweşî… Ji ferdekî wan ê herî piçûk im. Lê belê bi awayê ku ez terîf dikim… Û kesê ku ne ji wê Îttîhadê be ka kî heye, nîşanî min bidin?
Va ye ez vê nutqê niha neşr û belav dikim. Da ku meşrûtiyet ji lekeyan û ehlê şerîetê ji bêhîvîtiyê û ehlê esrê di nezera dîrokê de, ji cehl û dîwanetiyê û heqîqetê jî ji ewham û şupheyan xilas bikim. Va dest pê dikim:
Min got:
- Ey Gelî Zabitan! Kurtebeyana cînayetên ku bûne sebebê hepsa min:
إِذًا مَحَاسِنِي اللَّتِي أَدَلُّ بِهَا * كَانَتْ ذُنُوبِي فَقُلْ لِي كَيْفَ اَعْتَذِرُ
Yanî, ew qenciyên min ên ku sebebê îftixara min in, niha wekî guneh têne hesêb. Ez şaş û mat mam, ka ez çawa uzrê xwe beyan bikim!
Wekî muqeddîmeyekî ez dibêjim ku: Kesê merd, tenezulê cînayetê nake. Ger ku cînayet li wî bête îsnadkirin, ji cezayê natirse. Hem jî ger bi niheqî bême îdamkirin, xêra du şehîdan qezenc dikim.