Bedîuzzeman du tişt dixwestin: Dixwest ku li her derên Kurdistanê mekteban bide vekirinê; dixwest ku tu tiştekî din nestîne.
Erşê qenaetê bûye buhişta bêminet ji me ra
Bawer bike em danakevin zemînê mudara.
Bo me bilindtirînê meqam û mewqiyan e,
Ba wijdana me ew, piçûkxistina zaliman e.
Wê şeva ku li Şehzadebaşî konferanseke bi şemate hatibû lidarxistinê, derketina wî ya bi heybet û ezamet a li ser dikê û ew qisedan û xîtaba belîx û bêterefane, bi qasî ku îhataya ilmî ya Seîd nîşan dide, her wisa jî teyîd dike ku di qehremanî û fedekariyê de jî bedî û bêmisl e.
Wî seydayê zana yê ku çi ew şev û çi şeva bêyom a Sî û Yekê Adarê, bi şîretên xwe yên cîhanbiha xwe diavête eraseya meydanê, gava ku bi vî rengî ew tembîh dikirin: “Di demên wiha yên bi talûke de, ji bo berjewendiyên giştî, hebûna sitareke baş lazim e.” Bi ser vê gotinê de wî jî digot “Dersa herî mezin, ew ders e ku meriv di riya rastiyê de mirina xwe, piçûk bibîne.”
Li hemberî fikra: “Heyat, ji bo mirineke bi cî û war lazim e.” Bersiva wî ev riste bûn:
Hînbûyî ne em bi wê, ji me dûr e tirsa mirinê.
Di riya dad û heqiyê de, me nezir kiriye vî canê.
Ji bo ku mirov bikaribe pak û zelaliya ruhê Seîdê hişyar, egîtî û jêhatî û fedekariya wî ya bêdawî fêm bike û ji bo ku mirov bi girêkeke eşqê ya ebedî xwe pê girêbide, mirov bi tenê guhê xwe bide beşeke ji zimanê qehremaniyê ya Kahriyata 1 navdar, bes e.
Hilweşîne qesr û zindanê, kevrên wê bavê seriyan
Tu rojê daxîne erdê, stêrkê bivirvirîne felekan
Hilqetîne serê zulimkar, biqelîne dilên neban
Bibe ava heyata me, agrê çemê mirin û memat.
Rojekê camêrek kubar ji Bedîuzzeman re qala luzûmiya lixwekirina cilekî munasibê irfana wî, dike. Ew jî dibêje: “Qaşo hûn Awistiryayê boyqot dikin; lê hûn dîsa jî, wan kolos û qalpaxên ku ew dişînin, didin serê xwe.